'Helwesta darazê me teşwîkî hînbûnê dike' 2024-01-04 09:02:21     Şehrîban Aslan   AMED - Parêzer Cansel Talay ku nerazîbûn nîşanî redkirina daxwazên saziyên jinan ên ji bo tevlîbûna dozê ji aliyê dadgehan ve da  got, “Em dixwazin  ku em hem ji bo polîtîkayan biafirînin û hem ji bo pêşxistina hiqûqê bibin xwedî gotin. Ji bo vê jî pêwîste em biryarên dadgehan ji nêz ve bişopînin."   Li Edliyeyên ku yek ji cihê herî girîng ên têkoşîna li dijî tundiyê ne, hem rêxistinên jinan hem jî jinên hiqûqns li dijî polîtîkayên bêcezahiştinê têkoşîa xwe didomînin. Jinên ku li dijî biryarên darazê yên ku hêzê didin kiriyaran salonên dadgehan tijî dikin,  li dijî biryarên darazê yên ku teşwîq dikin, hevgirtinê zêde dikin û bi daxwaza "edaleta rastyeqîn, ne edaleta mêr" dixwazin tevlî dozên tundiyê dibin. Lê belê ev daxwazên komeleyên jinan, baroyan, navend û komîsyonên mafên jinan yekser tên redkirin. Yek ji parêzerên Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Cansel Talay nêrîna xwe ya li ser heyetên dadgehê yên ji bo beşdarbûna dozan vegot û biryarên redkirinê nirxand.   'Armanca me ku di têkoşîna jinan de em polîtîkayan biafirînin'   Canselê, diyar kir ku wan hem ji ser serlêdanên ku li wan hatine kirin û hem jî ji bo dozên ku ji raya giştî bihîstine, daxwaza tevlibûnê kirine û destnîşan kir ku ev serlêdan li gorî rayeya ku hem ji qanûna parêzeran û hem jî ji peymanên navneteweyî hatine girtin kîrîne. Canselê, diyar kir ku wan li ser navê Navenda Mafên Jinan a Baroyê daxwaza xwe ya ji bo tevlêbûna dozan pêşkêş kirine û got, “Tevkariya me ya ji bo darizandinê zêde ye.  Lê dadgeh qebûl nakin. Komkirina delîlên rast, bibîrxistina bûyerên berê ji bo darazê ji aliyê me ve girîng e. Em dixwazin ku kiryar bê cezakirin. Lê piraniya daxwazên me yên ji bo beşdarbûnê têne red kirin. Ji ber ku ev navend ne tenê parêzeriyê dike, dixwaze polîtîkayan jî pêş bixw. Em dixwazin hem di warê pêşdebirina hiqûqê û hem jî di warê têkoşîna jinê de bibin xaleke ku em polîtîkayan biafirînin û bibin xwedî gotin.  Ji bo vê jî pêwîste em biryarên dadgehan ji nêz ve bişopînin."   'Tê gotin ku ji ber temen zanîna me ya hiqûqî têrê nake'   Canselê da zanîn ku ji ber daxwaza beşdarbûna dozê hebûna wan tê lêpirsînkirin û got, “Mînak dipirsin me ji ku agahî girtiye û çima em tevlî vê doza qelebalix bûne. Em niyeta xwe jî bi devkî û nivîskî rave dikin. Lê piraniya komîteyên dadgehê jî naxwazin guh bidin daxwaza me ya devkî. Biryar li ser daxwazeke nivîskî tê dayîn, an jî gelek caran bertekên wekî 'Ez qebûl dikim, lê wê çi bibe' tên dayîn. Her wiha destnîşan dikin ku ji ber parêzerên jin ên li navendê ciwan in, zanîna me ya hiqûqî têrê nake û dibêjin, 'Rastî mafê we tûne ye, baş e, daxwaza xwe pêşkêş bikin, lê Dadgeha Bilind heye. Biryar wê bê redkirin.' Em mînakên dozên ku me berê hatîne qebûlkirin didin. Lê wek min got, biryar rasterast li ser daxwaza nivîskî tê girtin û redkirin. Lê ev rewş bi me zêde gavê nade avêtin. Em hewl didin ku sedema hebûna xwe ya li dadgehê  û nasnameya xwe ya çavdêr vebêjin. Biryarên redkirina dadgehê dibin sedem ku mexdûr an jî malbata mexdûr xwe bi tenê hîs bike. Rawestina me ya li gel wan hêzê dide wan."   'Guhdarî di astengiya ziman de asê dibe'   Canselê, bal kişand ser pirsgirêka ziman jî û wiha got: “Danişîn jî di nava astengiya ziman de asê mane. Bi kurdî zanîn û xwe bi Tirkî îfade bikin ne hêsan e. Bi rastî mexdûr û malbatên wan me li wir wekî nûnerên xwe dibînin. Dema ku dadgeh biryara redkirinê bidin ev asteng duqat dibe. Ez dikarim bibêjim ku baweriya wan a bi edaletê du caran tê şikandin. Lê em ji mexdûr an jî malbatên wan re dibêjin ku em wan bi tenê nehêlin û em ê wekî parêzerên wan ên dildar bi wan re bin."   'Dizanin ku ew ê neyên cezakirin'   Canselê amaje bi wê yekê kir ku redkirina daxwazên wan ên ji bo beşdarbûna danişînê cesaretê dide sûcdaran û got, “Dema ku dadgeh daxwaza me red dike, ji ber ku tişta ew hêîv dikin e, rastî matmayî namînin. Bersûc her tim rehetiya vê yekê dizane; Siyaseta bêcezakirinê ew qas belav bûye ku haya wan jê heye ku tu ceza li wan nayê birîn. Pirsgirêkên ku bi jinan re dijîn dijminatiya kesane bin jî, mexdûriyeta ku li ser esasê cudahiyên fizîkî li jinan dikin, neheqiyeke mezin e... Mînak kîjan mêr ji ber ku tundî li jina pêre hatiye zewicandin kiriye ji civakê hatiye dûrxistin, ango ji aliyê polîsan ve zext lê hatiye kirin û an jî ev kes bi awayekî rastyeqîn hatiye darizandin ? Mêrjî jî bi vê yekê pir dizane û hay jê heye ku dibêje 'ez ê demekê razêm û wê piştre civak min hebêz bike.' Mînak, çanda lîncê pir tê axaftin, lê rewşek wisa tune, em nikarin mirovan ji qadên hevpar derxînin. Dema di girtîgehê de dimînin pir kêm e, piraniya wan rayedarên payebilind in û nikarin wan bixin girtîgehê. "   'Heta ku daxwaz neyên qebûlkirin em nikarin bigihin encamê'   Canselê herî dawî danişîna biryarê ya Beste Gokalp a ku herî dawî bi guman jiyana xwe ji dest da bi bîr xist û wiha got: "Serokê dadgehê got, 'We li ku bihîst hûn hatine? Hûn hemû li benda vê dosyayê ne?' Helwestek wî hebû, mîna ku me berê hev nedîtibe, mîna ku em berê neçûne wê dadgehê û mîna ku ew tenê cara yekê vê dibîne. Wî bi vê re xwest ku me ji daxwaza me dûr bixe. Em gelek caran di dadgehan de helwestên bi vî rengî dibînin. Heta ku daxwazên me yên ji bo beşdarbûna dozê neyên qebûlkirin, heta ku em sedemên berbiçav pêşkêş nekin û heta ku em neyên bihîstin, em nikarin bigihin encamekê. Beste Gökalp ne ya yekem û ne ya dawî ye, em vê yekê baş dizanin. Heta ku dadgeh astengiyan derxînin pêşiya me em ê têkoşîna xwe bidomînin. Niha em dikarin hem li hundir û hem jî li derveyê baroyê werin ba hev, bi dildarî li dosyayan binêrin û ji bo bajar û herêmê polîtîkayan çêbikin. Berevajî vê, helwestên dadgehan me teşwîq dike ku em fêr bibin. "Em ê bi xebateke xurttir, şopandina dosyayan, berhevkirina delîlan û pêşkêşkirina delîlên berbiçavtir karibin pêvajoya darizandinê bişopînin."