'Em li dijî zilmê li ber xwe didin' 2024-01-03 15:30:33     WAN - Di Nobeda Edaletê ya Wanê ku berdewam dike de peyama "Em li dijî zilmê li ber xwe didin" hat dayîn.   Çalakiya Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê xizmên Girtiyan û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUHAY-DER) li dijî Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ev 34 mehin agahî jê nayê girtin di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" hatibû destpêkirin diroja 30'î de dewam dike. Çalakîya ku li Avahiya Bajêr ya Partiya Herêmên Demokraîk (DBP) tê lidarxistin endamên Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Taxa Şabaniye (ARSÎSA) , endamên Rêxistina Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partî) yên Payizavayê serdana wê kirin.    'Em ê li dijî zilmê li ber xwe bidin'   Di çalakiyê de Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sagyîgît axivî û diyar kir ku bi salan e hikûmet polîtîkayên xwe yên li ser înkara Kurdan pêş dixe. Gulcan got, “Weke ku tê zanîn ji bo rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan û hemû girtiyan li hemû girtîgehan grevên birçîbûnê hatine destpêkirin. Li vir jî dayikên me ji bo piştgiriyê bidin Di Nobeda Edaletê de ne. Em vê berxwedanê silav dikin. Bi sedsalan zext li kurdan tên kirin û tên asîmîlekirin. Xwe li ser xwîna Kurdan zindî dihêlin. Hewl didin çanda me, zimanê me, nirxên me tune bikin, ji bo me tune bikin. Bi salan e em li dijî vê zilmê li ber xwe didin. Têkoşîna me wê dewam bike   Serdanên çalakiya ku timî dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" lê tê berzkirin, dewam dikin.