Çalakiya li Gir Zîro ya li dijî êrişan, bi dawî bû 2024-01-03 15:29:56     NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya li Dêrikê piştî 3 rojan bi teqezkirina berxwedanê li hember êrişan bi dawî bû.   Bi sedan şêniyên Dêrikê û gundên kantona Cizîrê ev sê roj in li stasyona Gir Zîro di nava çalakiyê de ne.    Dewleta tirk ji 23'yê Kanûnê ve êrişên xwe li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin. Di wan êrişan de binesaziya herêmê, navendên stratejîk, bendên kontrolê bombebaran kirin û di encamê de 10 welatî şehîd bûn û bi dehan jî birîndar bûn. Her wiha zêdetirî 80 hezar xwendekar ji xwendinê bûn, zirarên mezin li mal û milkên welatiyan hatin.   Di roja sêyemîn û dawîn a çalakiyê de endama rêveberiya Kongra Star a Dêrikê Fatme Hacî daxuyaniya Însiyatîfa Gel xwend.   Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta tirk, bi armanca têkbirina projeya neteweya demokratîk êriş herêmê dike û sûcên şer dike.   Her wiha hate diyarkirin ji bo şikandina êrişan, xweparastina li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî gelek girîng e û soza berdewamkirina xeta berxwedanê û avakirinê hate dayîn.