Tevgera Xwendekarên Demokratîk li dijî êrişan daxuyanî da 2024-01-03 14:58:34     NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Zanîngeha Kobanê der barê êrişa dewleta tirk de dauxyanî dan û diyar kirin ku ew ê heta dawiyê xwedî li şoreşa xwe derkevin.   Dewleta tirk ji 23'Kanûna 2023'yan ve êrişî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Di êrişan de binesaziya herêmê, navendên stratejîk, xizmetguzarî û dibistan hedef girtin. Ji ber wê dibistan û zanîngeh bi temamî hatin rawestandin.   Têkildarî êrişa dewleta tirk, Tevgera Xwendekarên Demokratîk li pêşiya Zanîngeha Kobanê daxuyanî dan.   Daxuyanî ji aliyê xwendekara Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî Narîn Ednan Şêx Bozan ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de hate gotin; " Em wek Tevgera Xwendekarên Demokratîk van êrişên hovane ku dewleta tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilata Sûriyeyê dike, şermezar dikin. Dewleta tirk di êrişên xwe de cihên welatiyan bombebaran dike. Her wiha 5 dibistan hatin rûxandin û bi hezaran xwendekaran ji xwendina xwe bûn. 10 welatî şehîd bûn."   Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku armanca dewleta tirk koçberkirina gelên herêmê û bi taybetî dûrxistina ciwan û xwendekaran ji welatê xwe ye, lê belê li hember êrişan tevgerê soz da ku xwendekar dev ji xwendina xwe û şoreşê bernadin.   Her wiha soz hat dayîn ku bi dewamkirina xwendinê û perwerdeyê dê rêya şehîdan berdewam bikin û destkeftiyên şoreşê biparêzin.