Nobeta Edaletê: Çareserî rakirina tecrîdê ye 2024-01-03 13:54:47     ÎZMÎR - Nobeta Edaletê ya bi çarçoveya "Ji bo Abdullah Ocalan azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî" li Îzmîrê hat destpêkirin di roja 4'an de bi peyama " Çareserî rakirina tecrîdê ye" dewam kir.    Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku di şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û agahî jê nayê girtin,  greva birçîbûnê ya girtiyên li girtîgehan ku di Mijdara 2023'an de dabû destpêkirin dewam dike. Malbatên girtiyan ji di heman çarçoveyê de û bi heman daxwazan  ji 4'ê Kanûnê ve li gelek bajaran Nobeda Edaletê dan destpêkirin.   Nobeta Edaletê ya bi çarçoveya "Ji bo Abdullah Ocalan azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî" li Îzmîrê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), EGE TUHAYDER'ê li Nûnertiya Herêma Egeyê ya DBP'ê hat destpêkirin di roja 4'an de bi peyama " Çareserî rakirina tecrîdê ye" dewam kir. Li eywana çalakiyê afîşên "Ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aşitiya civakî em bibin dengê zindanan" û "Li dijî tecridê berxwedan" hatin daliqandin. Şaxa Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) a Îzmîrê û gelek sazî îro çûn serdana çalakiya Nobeta Edaletê.    Rêveberê DAD'ê yê Îzmîrê Zeynel Bozkurt, diyar kir ew wekî DAD'ê piştgiriyê didin çalakiyên Nobetên Edaletê û got tecrîdek li ser gelê kurd heye. Zeynel got mafê dayikan e ku piştgiriyê bidin zarokên xwe.    Zeynel diyar kir ku heger tecrîd ji holê rabe wê meseleya kurd bi awayekî demokratîk çareser bibe û wiha got:"Çareserî rakirina tecrîdê ye."   Nobet bi serdanan dewam dike.