Rejîma Îranê di 2023'yan de 25 jin darve kir 2024-01-03 11:54:59     NAVENDA NÛÇEYAN - Hate diyar kirin rejîma Îranê di nava sê rojên dawî yên 2023’yan de 4 jinên din bi darve kiriye. Bivî awayî hejmara jinên ku di nava sala 2023’yan de li Îranê hatine bidarvekirin gihişt 25 jinan.   Li gorî raporên saziya Encûmena Jinên Îranê, di nava sê rojên dawî yên meha Kanûnê ya 2023’yan de 4 jin hatin bidarvekirin. Hejmara jinên ku di salê de li Îranê hatine bidarvekirin gihişt 25'an.   Di raporê de tê gotin ku rejîma Îranê cezayê bidarvekirinê wek amrazek ji bo çavtirsandina gel û pêşîlêgirtina nerazîbûnên li dijî desthilatê bi kar tîne.   Di raporê de tê gotin, li gorî sala 2022’yan di sala 2023’yan de rêjeya bidarvekirinê ji sedî 43 zêde kiriye. Tê gotin, tenê di nava meha Cotmeh û Mijdara 2023’yan de nêzî 200 kes hatine bidarekirin. Di nava salê de jî bi giştî nêzî 850 girtî hatine bidarvekirin. Ji vana 15 girtiyên siyasî ne, 25 jin in.   Li gorî amaran, ji sala 2007’an ta niha bi giştî 228 jin li girtîgehên Îranê de hatine bidarvekirin.