Piştî Pakîze Nayir 8 sal: Têkoşîna wê dayika wê dimeşîne 2024-01-03 09:03:21     Oznur Deger   ŞIRNEX - Dayika Pakîze Nayira ku di serdema qedexeya derketina derve de hat qetilkirin, Behiye Nayir da zanîn çiqas sal di nav re derbas bûbe jî êşa wê sivik nebûye û wiha got:"Her çiqas dewlet zarokên me qetil bike jî em dev ji doza wan bernadin. Zarokên me ji nû de şîn dibin."   Li navçeya Silopiyê ya Şirnexê di 14'ê Kanûna 2015'an de qedexeya derketina derve hat îlankirin û di 2'yê Adara 2016'an de jî bi dawî bû. Di dema qedexeya derketina derve de di 4'ê Çileya 2016'an de sê jinên kurd ên siyasetmedar Endama Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demir, aktivîsta Kongreya Jinên Azad (KJA) a bi KHK'ê hat girtin, Fatma Uyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyê Pakize Nayir hatin qetilkirin. Ji ser qetilkirina her sê jinên kurd ên siyasetmedar 8 sal derbas bûn.    Sê jinên têkoşer serhildana xwe wekî mîrateyekê hiştin. Yek ji van jinên têkoşer Pakîze Nayir bû. Ew bi sekna xwe û bi têkoşîna xwe ji civakê re bû mînakek baş.    Di temenê biçûk de koç dike   Pakizeyê di sala 1990'î de li gundê Ziristanê yê Silopyaya Şirnexê hat cîhanê. Di temenê biçûk ê Pakizeyê de malbata wê koçî Nisêbîna Mêrdînê dike, heta şeş saliya xwe li vir dimîne. Piştre dîsa vedigere Silopiyê. Ew dibistana seretayî li Silopiyê diqedîne û piştî 5 sal xwendinê dev ji dibistanê berdide. Piştre dibistana navîn ji derve diqedîne. Pakîzeyê bi kedkariya xwe tê nasîn. Ew di zarokatiya xwe de dixebite. Li bajarên Tirkiyeyê yên cuda bi salan wekî karkera demsalî dixebite. Piştre li Silopiyê dikana kuafortuyê vedike û debara malbata xwe dike. Û Pakîzeyê ji aliyê herkesî ve bi kedkariya xwe tê nasîn.    Ji Kobanê bi bandor dibe û tevlî çalakiya dibe   Pakîzeyê di bin bandora serhildana Kobaniyê de dimîne. Ji têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê bi bandor dibe û piştre tevlî xebatên siyasî û civakî dibe. Pakîzeyê xwe perwerde dike û di demeke kurt de xwe pêş dixe. Piştre ji bo Hevserokatiya Meclîsa Gel a Silopiyê tê hilbijartin. Li vir heta hilma xwe ya dawiyê têkoşîna xwe didomîne.    'Îro hûn deng nedin me dibe ku sibehê pir bi derengî bikeve'   Piştî qedexeya derketina derve hat îlankirin Pakizeyê tundiya dewletê ya zêde bû di televizyonê de teşhîr kir û banga hestiyariyê kir. Banga dawiyê ya Pakîzeyê bi vî hawî ye:"Qirkirinê li ser gelê Botanê ferz dikin. Îro hûn deng nedin me dibe ku sibehê pir bi derengî bikeve. Ez bang li aqilê dewletê dikim hişê xwe bînin serê xwe. Xwerêveberin mafê me yê rewa ye. Em dev ji vî mafê xwe bernadin. Di tu hiqûq, qanûn û baweriyê de êrişeke wiha hovane tune ye. Ez banga li her dera ku dengê xwe digihêjê dikim. Vê qêrînê bibihîsin. Sibehê dibe ku pir bi derengî bikeve. Bawer bikin ger Botan bi ser bikeve wê mirovahî giş bi ser bikeve."   Piştre Pakizeyê nû welidîn   Pakizeya ku bi têkoşînê wate li jiyanê bar kir bandor li ser civakê kir. Piştî Pakizeyê hat qetilkirin şûnde navê wê li zarokên nû tên dinê hat kirin.    Dayika wê têkoşîna wê didomîne   Dayika Pakizeyê, Behiye Nayir da zanîn ala têkoşîna Pakizeyê li dû xwe hişt gelek jin hildigirin. Behiyeya ku piştî qetilkirina Pakizeyê bi awayekî çalak tevlî têkoşînê bû qada Pakizeyê kir.    'Pakize jineke xweşik û bi qîmet bû'   Behiyeyê da zanîn Pakizeyê di nava xebatên siyasî de cihê xwe girt, jineke bi nirx û xweşik bû û wiha pê de çû:"Ew aşiqê doza xwe bû. Ew li dijî neheqiyê sekinî. Pakize dixwest aştî pêk were. Ew ji şerê li Kobanê pir bi bandor bû. Demeke dirêj di bin bandora vê yekê de ma. Qede li bajarê me îlan kirin, bi tank û topan ketin bajarê me."   'Tiştên Îsraîl bi Gazzeyê dike ew jî bi me dikin'   Behiyeyê da zanîn êrişên niha Îsraîl li Filistinê dike Tirkiye jî li kurdan dike û wiha lê zêde kir:"Ew jî bi tank û topan ketin bajarên me me bê mal hiştin, ne bajar ne jî ciwan hiştin. Agir bi mirov û malan xistin. Heta em bijîn em ê vê yekê tu carî ji bîr nekin. Em nikarin zilma li me tê kirin ji bîr bikin. Bi hezaran ciwan wekî Pakizeyê li vî bajarê hatin kuştin. Hîn gelek malbatan cenazeyê xwe jî negirtine. Cenazeyên wan di bin malan de man. Ciwanên li danenîn birevin û li bajarê xwe man di bin malan de man."   'Bi milyonan Pakize şehît ketin'   Behiyeyê bi lêv kir ku ew kurd in ji bo heq hiqûq û edaletê li berxwe didin û wiha got:"Berî Pakizeyê jî berî PKK'ê jî doza kurdan hebû. Hîn jî heye. Di dema Şêx Saîd de PKK hebû ? Ma qey 'terorist' bûn ? Her kesên ku radibin ser piyan û dibêjin 'ez kurd im' dibin terorist. Kesên xayin in dibin dostên zaliman. Ev xayinana jî hevkarên vî sûcî ne. Zarokên me bi ser mala kesî de negirtin, malên kesî nedizîn. Zarokên me tenê heqê xwe xwestin. Ew ê heta kengî ev zilm bidome ? Banga min ji bo hemû kurdan heye bila bibin yek û vê zilmê qebûl nekin. Zarokên me tenê vê yekê dixwazin. Dilê me şewitî lê belê bila wekî din dilê kesekî din neşewite. Me parçeyek ji canê xwe da lê em ne poşman in. Çimkî me ev can ji bo mirovahiyê ji bo heqê mirovahiyê da. Wijdanê ciwanên me zilmê qebûl nake. Bi milyonan Pakize şehît ketin. Çima ? Tenê ji bo mafên xwe xwestin. Bi hezaran mirovên me îro di girtîgehan de ne."   'Ma qey mirin para me ye ? '    Behiyeyê da zanîn heta ew bijîn ew ê şopdarê doza zarokên xwe bin û wiha gotin:"Zarokên me hatin qetilkirin, em naxwazin wekî din zarokên kesî bên qetilkirin. Em aştiyê dixwazin. Ev jî bi diyalogê û li ser masê dibe. Ez bang li malbatên cerdevanan û xayinan dikim dev ji vî karî berdin werin li gel hiqûqê cih bigirin. Dev ji xwişk û biratiya zilmkaran berdin. Ma qey mirin para me ye ? Ma qey girtin para me ye ? Em vana qebûl nakin."   'Ne Pakize tê jibîrkirin ne jî êşa wê sivik dibe'   Behiyeyê bi lêv kir ku keça wê li dijî zilmê tevlî têkoşînê bûye û wiha got:"Pakizeyê ji êrişên DAÎŞ'ê bi bandor bû û tevlî têkoşînê bû. Dema cenaze dihat Pakizeyê diçû cihê herî pêş û cenaze digirt. Ew zarokên vî welatî bûn. Pakize jineke kedkar bû. Dikana wê ya kuaforê hebû teslîmî xwişka xwe kir û çû tevli xebatan bû. Ne Pakize tê jibîrkirin ne jî êşa wê sivik dibe. Ez ê jî heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê bibin şopdarê doza wê. Pakizeyê pir pirtûk dixwend. Di demeke kurt de xwe pêş xist. Hevalên wê bawer nedikirin ku wê tenê dibistana seretayî xwendiye. Wê neheqî qebûl nedikir. Ew siyasetmedarek bû ew di nava gel de bû. Wê bajar terk nekir. Wê digot bila kesek bajar terk neke. Roja dawî Pakizeyê şehît ket."   'Ceza nedan kesekî'   Behiyeyê da zanîn piştî qedexeya derketina derve kesekî paşde gav neavêt û wiha got:"Kesên Pakize û hevalên wê qetil kirin hîn nehatine cezakirin. Li Cizîrê gelek mirov bi awayekî zindî hatin şewitandin lê belê nehatin cezakirin. Li Roboskiyê ewqas însan hatin qetilkirin lê belê kesî ceza neda. Kesek rojekê jî nehat girtin. Em jî hemwelatiyên vî welatî ne. Çima zarokên me tên qetilkirin ? "    'Zarokên me ji nû de şîn dibin'   Behiyeyê da zanîn navê neviya xwe kirine Pakize û bi vî rengî Pakizeyê didin jiyîn û wiha bi dawî kir:"Her çiqas dewlet zarokên me qetil bike jî em dev ji doza wan bernadin. Zarokên me ji nû de şîn dibin. Em hemû dayik in. Hinek dayikan dikin şêr hinekan jî dikin 'terorist' ev yek nayê qebûlkirin. Kesên li çiya jiyana xwe ji dest didin û leşkerên jiyana xwe ji dest didin jî zarokên me ne. Hêsirên dayikan heman e. Wekî ku îro Pakize çûbe xuya dike. Ev 8 sal in êşa me sivik nebû. Divê bersûc bên darizandin. Em ê li mafên zarokên xwe bigerin."