ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2024'AN 2024-01-03 09:00:00     *Dayika Pakîze Nayira ku di serdema qedexeya derketina derve de hat qetilkirin, Behiye Nayir da zanîn çiqas sal di nav re derbas bûbe jî êşa wê sivik nebûye û wiha got:"Her çiqas dewlet zarokên me qetil bike jî em dev ji doza wan bernadin. Zarokên me ji nû de şîn dibin." DÎMEN HEYE   *Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Geverê bertek nîşanî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê dan û wiha gotin:"Êdî bes e ! Bila dev ji êrişan li ser kurdan û zarokên kurdan berdin ! " DÎMEN HEYE   *Derbarê hilbijartinên piştî 18 salan li Kerkûkê de rojnamevan Behre Omer diyar kir ku bêtifaqiya partiyên Kurdistanî nbû sedema kêmbûna kursiyan û got, "Lê dîsa jî diferqêdebûna gelê ma ya planên qirêj ên tirkiyeyê cihê kêfxweşiyê ye. Gelê me dizane ku eger Tirkiye li Kerkûkê serdest be, çarenûs û nasnameya gelê Kurd dê bikeve bin xeterê." DÎMEN HEYE