Nobetên Edaletê yên li Mêrsîn û Edeneyê didomin 2024-01-02 16:15:29     EDENE/MÊRSÎN - Nobetên Edaletê yên li Edene û Mêrsînê peyama mezinkirina piştevaniyê didomin.    Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku di şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û agahî jê nayê girtin,  greva birçîbûnê ya girtiyên li girtîgehan ku di Mijdara 2023'yan de dabû destpêkirin di roja 29'an de dewam dike. Malbatên girtiyan ji di heman çarçoveyê de û bi heman daxwazan  ji 4'ê Kanûnê ve li gelek bajaran Nobeda Edaletê dan destpêkirin.    Nobetên Edaletê yên li Edene û Mêrsînê peyama mezinkirina piştevaniyê didomin.    Edene   Nobeta Edaletê ya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER) daye destpêkirin di roja salê ya duyem de berdewam kir. Gelek kes tev li çalakiya ku di roja 30’yemîn de berdewam dike bûn. Çalakvanan xwest ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin û azadiya fizîkî were pêkanîn.   Welatiyên tevlî nobetê bûn azadiya Abdullah Ocalan daxwaz kirin. Cevahir Temel a di nava çalakvanan de da zanîn ew aştiyê dixwazin û ew naxwazin kes bimire. Cevahirê da zanîn mifteya azadiyê di destên Abdullah Ocalan de ye.    Di serdanên piştevaniyê yên ji bo çalakiya Nobeta Edaletê de kilam hatin gotin.    Mêrsîn    Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (TUAY-DER'a Çûkûrovayê) hatiye destpêkirin di roja 30’yemîn de berdewam kir. Di çalakiya nobetê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. Heman daxwaz di çalakiya li vê derê de jî hatin ziman.   Ji bo Nobeta Edaletê yên Dayikên Aştiyê jî tevlî bûnê gelek kes hatin serdanê. Parlamenterê DEM Partiyê Ali Bozan jî û rêveberên partiyê jî tevlî çalakiyê bûn.    Hevserokê Çukurova TUAY-DER'ê Ergin Altuntaş da zanîn peyamên çalakvanên Nobetên Edaletê û girtiyên ketine greva birçîbûnê zelal in.    Dayika girtiyan Saliha Umit jî da zanîn divê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên dinê rabe û got bila tecrîd rabe aştî were.