Ji Nobeda Edaletê ya Wanê ‘Divê tecrîd bê bidawîkirin' 2024-01-02 16:14:44     WAN - Di Nobeta Edaletê de Parlamentera DEM Partiyê Gulderen Varli axivî û diyar kir ku divê demildest tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê bidawîkirin.    Di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin hatiye destpêkirin, di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin. Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de li Amed, Wan, Stenbol, Mêrsîn, Edenê û Îzmîr bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” dest bi Nobeda Edealetê kirin.     Li Wanê jî bi pêşengiya Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) û malbatên girtiyan ve çalakiya Nobeda Edaletê li avahiya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) hat destpêkirin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) serdana çalakiyê kir. Di çalakiyê de dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hat berzkirin. Her wiha çalakî bi stranên jin û ciwanan jî deng da.    Li ser navê TJA'yê Devlet Çîftçî, axivî û diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan meha xwe tijê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Wek dayik em dibêjin bila polîtîkayên tecrîdê bên bidawîkirin û pirsgirêka kurd bi rêya demokratîk bê çareserkirin. Em ê çalakiya xwe ya Nobeda Edaletê mezin bikin. Ez bang dikim bila her kes xwedî li çalakiyê derkeve."   Piştî Devletê parlamentera DEM Partiyê Gulderen Varli axivî û bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Polîtîkayên tecrîdê li girtîgehan her ku diçe zêdetir dibe. Hesabê komarê ya sedsalî hêj jî berdewam dike û hêj jî hebûna kurdan înkar dike. Bi salan e me li dijî înkarê têkoşîna xwe ya hebûnê didin meşandin. Pirsgirêkên îro yên vî welatî ji ber polîtîkayên tecrîtê ye. Navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd diyar e û ev der jî Îmraliyê."   Çalakiya Nobeta Edaletê bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” berdewam dike.