Di çalakiya nobetê de banga mezinkirina piştevaniyê hat kirin 2024-01-02 15:45:57     STENBOL - Di Nobeta Edaletê ya li Stenbolê ket roja 21'em de peyama,"Têkoşîna me her diçe mezin dibe. Em ê encama vê biryardariya xwe bigirin. Em ê tu carî ji vê çalakiya xwe ya me daye destpêkirin gavê paşde neavêjin. Em bang dikin ku her kes tevlî vê çalakiyê bibe û em piştevaniyê mezin bikin."   Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku di şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û agahî jê nayê girtin,  greva birçîbûnê ya girtiyên li girtîgehan ku di Mijdara 2023'yan de dabû destpêkirin di roja 29'an de dewam dike. Malbatên girtiyan ji di heman çarçoveyê de û bi heman daxwazan  ji 4'ê Kanûnê ve li gelek bajaran Nobeda Edaletê dan destpêkirin. Li Stenbolê jî bi pêşengiya MATUHAYDER'ê bi çarçoveya kampanyaya "Ji bo Abdullah Ocalan azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" Nobeta Edaletê hat destpêkirin. Rêxistina DEM Partiyê ya Esenlerê tevlî çalakiya di roja 21'ê de dewam dike bû.    Serdana welatiyan dewam dike    Li eywana çalakiyê pankartên "Ji bo avakirina jiyaneke azad em tecrîdê bişkînin û ji zindanan re bibin deng","Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin û ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan" hatin daliqandin. Beşdaran berdilkên "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" li xwe kirin. Welatiyan eleqeyek baş nîşanî çalakiyê kirin û gelek kes hatin serdanê.    'Em bibin dengê girtîgehan'   Ji çalakgeran Kumri Akgul, li vir axaftineke kurt kir. Kumriyê da zanîn divê xwedî li çalakiyê bê derketin û wiha got:"Kî dibe bila bibe divê werin piştgiriyê bidin me. Me dayikan, xizmên girtiyan bi tenê nehêlin. Ez bang dikim ku gelê me li hevdu xwedî derkevin. Em bibin dengê zindanan. Em bibin bersiva daxwazên girtiyan. Divê her kes têkoşîna xwe mezin bike herkes têbikoşe."