ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2024'AN 2024-01-02 09:00:00     * Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan der barê butçeya ku ji şer re hatiye veqetandin û Kurdî di parlamentoyê de tune hatiye hesibandin de axivî û got tunehesibandina Kurdî berdewamiya zîhniyeta komarê ya sed salî ye. Dîlanê  diyar kir ku heta şer û pevçûn bidomin wê ne edelet ne jî razemenî li welat neyê kirin. DÎMEN HEYE   * Çalakgera Nobeda Edeletê Fatma Yilmaz ku jiyana xwe bi biryarek mezin a têkoşînê hûnandiye wiha got: “Ez ê heta dawiya jiyana xwe di têkoşînê de cih bigirim. Ez ê heta dawî têbikoşim. Daxwaza me zelal e. Em dixwazin demildest ji Abdullah Ocalan agahiyê bigirin. Em azadiya fîzîkî ya Ocalan dixwazin. Em ê dest ji daxwaza xwe ya aştiyê bernedin.” DÎMEN HEYE   *Fatma Uyar di 4’ê Çileyê 2016’an de bi du hevalên xwe re li Sîlopiyê hat qetilkirin. Dayika Fatmayê, Hatîce Uyar wiha got: "Heta ez bijîm ez ê şopdarê doza keça xwe bim. Ji her temenî hevalên Fatmayê hebûn. Gelek bi nirx bû. Ew ne tenê keça min keça Kurdistanê bû. Bila qet neyên jibîrkirin. Divê her kes dest bidin hev û vê xwînê bidin sekinandin." DÎMEN HEYE