Ji Nobeda Edaletê bang: Bila sala 2024'an bibe sala azadiyê 2024-01-01 15:53:58   AMED - Di Nobeda Edaletê ya Amedê de banga: "Em sala 2024'an bikin sala aştî, azadî û yekîtiyê" hat kirin.   Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku di şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û agahî jê nayê girtin,  greva birçîbûnê ya girtiyên li girtîgehan ku di Mijdara 2023'an de dabû destpêkirin dewam dike. Malbatên girtiyan ji di heman çarçoveyê de û bi heman daxwazan  ji 4'ê Kanûnê ve li gelek bajaran Nobeda Edaletê dan destpêkirin. Gelek xizmên girtiyan ên tevlî çalakiya nobedê ya li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gan (DEM Parti) a Navçeya Rezan (Bağlar) bûn, pêşmalkên bi nivîsa "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" li xwe kirin. Li salona ku nobed lê hat girtin, pankartön bı dirûşmên"Ji dayikên lehengan û zindanan re hezar silav.", "Bi hêza xwe em ê tecrîdê bişkînin û jiyana azad misoger bikin" û "Em ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî em dengê xwe bidin zindanan" hatin daliqandin.   'Ev çi tecrîd e?'   Xizma girtiyan Dîlek Baykan li nobedê daxuyanî da û ji bo hemû girtiyan edalet û azadî xwest û got,"Em dixwazin di sala nû de edalet û hiqûq pêk were. Zarokê me ji dema hatine girtin ve di bin tecrîdê de ne. Helbet divê ev tecrîd bê rakirin. Ev tecrîd çi ye? Me çi kir? Ez azadiya hemû girtiyan dixwazim. "Zarokên me ne yek bi hezarn e.Ez bang li  hemû dayikên girtiyan dikim ku tevlî Nobeda Edaletê bibin."   'Em sala 2024'an bikin sala aştî, azadî û yekîtiyê'   Piştre ji xizma girtiyan Aklime Hanas axivî, sala nû li xizmên girtiyan pîroz kir. Aklime bang li hemû dayikan û gelê Kurd kir ü got: "Em sala 2024'an bikin sala aştî, azadî û yekîtiyê."   Çalakî di nava rojê de berdewam kir û xizmên girtiyan bi stranên Kurdî û dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" çalakiya xwe domandin.