Dê Ocalan aştiyê bîne Rojhilata Navîn 2024-01-01 15:35:15   WAN – Di Nobeda Edaletê ya li Wanê ku dı roja 28’an de dıdome, xizma girtiyan Eynê Atabay, xwest sala nû bibe wesîleya aştî û wekheviyê û got: “Hemû kes baş dizane ku kesê wê aştiyê bîne tevahiya Rojhilata Navîn Birêz Abdullah Ocalan e.”   Nobeta Edaletê ya li Wanê ku ji bo piştgiriya pêngava “Ji bo Abdullah Ocalan azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” û ji bo piştevaniya çalakiyên grevên birçîbûnê yên li zindanan dest pê kir di roja 28’an de berdewam dike. Rêveberiya DEM Partiyê ya navçeya Artemêtan, Komeleya Arsîsa û gelek welatiyan serdana nobetê kirin.   ‘Kesê ku aştiyê bîne Birêz Ocalan e’   Li ser navê malbatên girtiyan Eynê Atabay axivî û got: “Em li vi welatî dixwazin aştî û wekhev hebe. Hemû kes baş dizane ku kesê wê aştiyê bîne tevahiya Rojhilata Navîn Birêz Abdullah Ocalan e. Ji bo piştgiriyê bidin grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Birêz Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd li girtîgehan hatine destpêkirin, em li vir nobetê digirin û daxwaza edaletê dikin. Heta ev tecrîda ku ji Îmraliyê dest pê dike û li hemû girtîgehan belav bûye rabe, em ê li vir têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin.”   Çalakiyê, bi diruşmên “Bijî Berxwedana Zindanan”, “Jin Jiyan Azadî” û “Ji Şer re Na, Aştî  hema niha” ku hatin berzkirin û serdanan berdewan kir.