ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2024'AN 2024-01-01 09:00:00   *Li gorî çeteleya tundiyê ya ajansa me berhev kiriye di 2023’an de herî kêm 361 jin hatine qeitlkirin û 212 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest  dane. PANORAMA   *Sekretera Jinan a Egîtîm Sen a Bursayê Meral Batga diyar kir ku ÇEDES  ‘projeya endezyariya civakî ye’ û wiha got: “Armanca desthilatdariyê ne pêşketina xwendekar e,  ne fikrên demokratîk e, armanca wan ev e ku hegemonya çandî li dibistanan bi cih bikin.” DÎMEN HEYE   * Endama IACTA parêzer Altamîra Ana Guelbenzu ku piştgirî da grevên birçîbûnê ya girtiyan di çarçoveya kampanya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ dabû destpêkirin, diyar kir ku şert û mercên Abdullah Ocalan tê de tê girtin dijmirovî ne. Altamîra wiha vegot: “Tevgera Kurd ku dîwar bezandîne, berxwedan kirin teşeyê jiyanê.Ev careke din nîşanê hemû cîhanê dane.” DÎMEN HEYE