Êrîşên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin 2023-12-31 18:49:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên kantona Cizîrê ji bo şermezarkirina êrişên Tirkiyeyê  yên li dijî herêmê çalakiyên cuda li dar xistin. Di çalakiyan de gotin ew dev ji azadiya xwe bernadin.   Şêniyên kantona Cizîrê di çarçoveya şermezarkirina êrişên Tirkiyeyê yên li dijî binesazî û avahiyên xizmetguzariyê yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ku di encamê de 10 kesî jiyana xwe ji dest da û bi dehan birîndar bûn, çalakiyan li dar dixin.   Li navçeya Girkê Legê ya kantonê konê çalakiyê li avahiya Siwêdiyê ya petrolê bi diruşma ′Bêdengiya navneteweyî li hember êrişên qirkirinê li dijî Kurdan ji hêla dewleta Tirk ve′ hate vedan.   Di bin kon de endamê rêvebera avahiya Siwêdiyê Egîd Ebdulhemîd axivî û li dijî êrişên banga xurtkirinê û sekna li dijî êrişan kir.   Li aliyekî din endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Mihemed Cemîl bang kir ku li hember siyasetên şerê taybet û êrişên li dijî gelê herêmê şiyar bin û got: "Em serî ji êrişan re natewînin û dev ji têkoşînê bernadin."   Endama Kongra Star jî Zîlan MIhemed got ew ê bi hevgirtin û berxwedanê li dijî êrişan bisekinin. Di çalakiyê de helbestvan Seîd Mela Yûsif helbest bi kurdî xwendin.   Li gorî komîteya çalakiyan dê çalakiya konvedanê heta 3 rojan dewam bike.   Tirbespiyê   Meclisa Navçeya Tirbespiyê ya Cizîrê li pêş Şaredariya Gel a Navçeyê çalakiya konvedanê li dar xist. Di çalakiya roja yekê de endamê meclisê Nûredîn Şakir daxuyaniyek xwend, xelk û saziyên navçeyê û partiyên siyasî beşdar îbûn.   Şakir êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmê şermezar kirin û got: "Ew ê di çalakiyên xwe yên şermezarkirina êriş û dagirkeriyê de dewam bikin û heta ala têkoşînê û serkeftinê bilind dikin teslîm nabin."   Dê çalakî 2 rojan dewam bike.   Çilaxa   Bi beşdariya xelkê Çilaxa ya Cizîrê Însiyatîfa Gel li pê saziya kehrebê ya navçeyê çalakiyek li dar xist.Di çalakiyê de pankartên ′Berxwedana jiyan e′ hatin hildan. Dûre li ser navê însiyatîfê endamê Komîteya Zihmhêrê ya Şaredariya Gel a Çilaxa Ebdurezaq Fadil daxuyanî xwend.   Di daxuyaniyê de hate gotin rêbaza yekane ya li hember êrişên berxwedan e û dê bi yekitî û hevgirtinê êrişan têk bibin.   Dê çalakî heta 3 rojan dewam bikin