Di roja 28'an a Nobeda Edaletê de peyamên aştiyê 2023-12-31 15:53:38   AMED - Di roja 28'an a Nobeda Edaletê de ku bi serdanên hevgirtinê dewam kir de jinan diyar kirin ku nobeda wan bi ruhekî mezin ê berxwedanê dewam dike û di sala nû de daxwazên xwe yên aştî û demokrasiyê anîn ziman.   Nobeda Edaletê ya ku li Amedê li Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) a Navçeya Rezanê ya bi pêşengiya Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) hatibû destpêkirin, di roja 28’an de bi piştevaniyê didome. Serdanên Çalakiya nobetê îro ji aliyê Rêxistina Navçeya Hênê ya DEM Partiyê û gelek kesan ve hate kirin.    Yek ji kesên ku ji bo serdana Nobeda Edaletê hat Nazîme Çokdalan diyar kir ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gelê Kurd tecrîdeke giran û mutleq heye û diyar kir ku gelê Kurd li hemberî tecrîda dewleta Tirk tu carî serî natewîn. Nazîme hemû gelê Kurd û girtiyên siyasî silav kir û dubare kir ku ew weke gelê Kurd di sala nû de aştî û demokrasiyê dixwazin.   Çalakî bi dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" û "Ji girtiyên siyasî re azadî" bi dawî bû.