Di roja 27'an a Nobeda Edaletê de banga yekitiyê 2023-12-31 14:54:22   WAN – “Nobeda Edaletê” ya li Wanê 27 roj in didome. Di çalakiyê de banga yekîtî û têkoşînê hat kirin.   Nobeta Edaletê ya li Wanê ku ji bo piştgiriya pêngava “Ji bo Abdullah Ocalan azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” û ji bo piştevaniya çalakiyên grevên birçîbûnê yên li zindanan dest pê kir di roja 27’an de berdewam dike. Rêveberiya DEM Partiyê ya navçeya Rêya Armûşê û Komîsyona Kongreyê ya Navendê ya DEM Partiyê serdana nobetê kirin. Kesên ku serdana nobetê kirin dirûşma “Bijî Berxwedana Zindanan” berz kirin û banga mezinkirina têkoşînê kirin.   Banga yekîtî û têkoşînê   Di çalakiyê de Rêvebira DEM Partiyê ya Rêya Armûşê Devlet Çîftçî axivî û anî ziman ku divê demildest tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û got ku ji bo vê yekê divê hemû kes piştevaniya çalakiyê bike. Devletê, destnîşan kir ku ji bo bidawîkirina tecrîda li ser girtiyan divê destpêkê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin.  Devlet, dawiya axaftina xwe de banga yekîtî û têkoşînê kir.   Çalakî bi dirûşma “Bijî Berxwedana Zindanan” û serdanan berdewam kir.