Hezar û 25 parêzeran ji bo Abdullah Ocalan serlêdan kir 2023-12-31 12:54:25   NAVENDA NÛÇEYAN -Hezar û 25 parêzerên li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û herêmên din ên Suriyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan serî li Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî dan.   Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” ku 10’ê Cotmehê li 74 navendên cîhanê hatibû destpêkirin de, parêzerên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên din ên Sûriyeyê jî ketibûn nava hewldanan.   Înîsîyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ji bo Parastina Abdullah Ocalan, di dawiya meha Mijdarê û destpêka Kanûnê (2023) de ji hezar û 25 parêzeran îmze kom kir.   Îmzeyên ku bi daxwaza azadiya fizikî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatine komkirin, li gel daxwaznameyê bi riya înternetê ji Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî re hatin şandin.   Îmze her wiha ji bo Ofîsa Asrînê ya Hiqûqê ku parastina qanûnî ya Abdullah Ocalan dike, hatine şandin.