Berxwedana 2023'yan di Kovara Jinê de ye 2023-12-31 10:49:45   STENBOL – Hejmara dawîn a Kovara Jinê ya sala 2023’an bi sernavê “2023: Serhildana li dijî newekhevî, tecrîd, baviksalarî û xizaniyê” derket.   Kovara Jinê ku her hefte bi rêya dîjîtalê tê pêşberî xwînerên xwe, di hejmara xwe ya 44'an de balê dikişîne ser polîtîkayên çewisandina têkoşîna jinan a sala 2023'an û berxwedana jinan a li hemberî van zextan. Hejmara dawî ya 2023'yan a kovarê  bi sernavê "2023: Serhildana li dijî newekhevî, tecrîd, baviksalarî û xizaniyê" derket.   Hulya Osmanağaoglu di gotara xwe ya “2023 û nedayîna windakirinê bi AKP'ê” de amaje bi wê yekê dike ku tevgera femînîst û tevgera jinê li hemberî zilma ku di sala 2023’an de li tevahiya civakê hat kirin, xwe paşve nedaye.   Aktîvîsta TJA’yê Denîz Dîcle di gotara xwe ya bi sernavê “Dê sedsala 21'ê bibe sedsala jinan" de balê dikişîne ser têkoşîna jinan a salekê.   Nivîsa ku koma Kovara Jinê amade kirye ya bi sernavê  "Berxwedana jinên Îranî yên ku dibêjin 'Em ê jiyanê paşde bistînin' dewam dike "  balê dikişîne ser serhildana jinan a li Îranê ya sala 2023'an, balê dikişîne ser belavbûna vê têkoşînê û piştgiriya ji erdnîgariyên cuda, li seranserê cîhanê.   Oya Açan di gotara xwe ya bi sernavê “Rojên dawî yên salekê” de amaje bi wê yekê dike ku Tirkiye di sala 2023’an de di lîsteyên tundiya li dijî jin û zarokan de di rêza yekem de ye.   Gotara Belkîs Ehmedî ya bi sernavê "Du salên 'cudakariya zayendî' ya Talîbanê li Afganîstanê" ya hatiye wergerandin jî di kovarê de cih digire.