Ji Nobeda Edaletê ya li Stenbolê banga piştevaniyê 2023-12-30 15:54:01     STENBOL - 18 roj in li Stenbolê çalakiya Nobeda Edaletê berdewam dike û di çalakiya îro de çalakvanan biryarbûna xwe ya domandina nobedê anîn ziman û banga piştevaniyê kirin.    34 meh in agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Li gel ku hemû serlêdanên hevdîtinê yên parêzeran bi hinceta “disîplînê” hatin redkirin, girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de ji bo tevlîbûna pêngava “Azadî ji Abdullah Ocalan re, pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" dest bi grevên birçîbûnê kirin.    Bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) a Amedê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) ya Wanê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya EGE'yê (EGE TUHAY-DER) û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re ya Marmarayê (MATUHAYDER) a Stenbolê jî bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” Nobeta Edaletê dan destpêkirin û tevlî pêngava bûn.   Çalakiya ku li Stenbolê hat destpêkirin di roja 18'emîn de li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Esenlerê didome. Îro ji gelek saziyên sivîl serdana çalakiyê kirin û peyamên piştevaniyê dan.    Di çalakiya îro de çalakvan pêşmalkên li ser "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" li xwe kirin û peyama domandina çalakiya xwe dan.