Şêniyên Qamişloyê li dijî êrişan meşiyan 2023-12-30 15:40:58     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi dirûşma "Bi êrişan û dorpêçkirinê hûn nikarin vîna me bişikînin", bi hezaran şêniyên Qamişloyê li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê daketin qadan û    Şêniyên Qamişloyê ya kantona Cizîrê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê daketin qadan û bi dirûşma "Bi êrişan û dorpêçkirinê hûn nikarin vîna me bişikînin" meşiyan. Meşê ji çerxerêya kolana Kornîş û kolana Şehîd Rênas Keleş dest pê kir û girseya gel heta Çerxerêya Cotkaran meşiyan.   Li wir hevserokê Meclisa Rêveber a kantona Cizîrê Talet Yunis axivî û got: "Gelê me yê berxwedêr îro careke din li qadên berxwedanê ye. Ev helwesta wî, rastiya mîrasa wî ya berxwedêr nîşan dide. Her wiha peyama gelê me ji dijmin re ye ku tu kes nikare vîna wî bişikîne."   Her wiha di çalakiyê de li ser navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Sema Bekdaş axivî û got: "Dewleta Tirk li hember dîroka berxwedêr a gelê herêmê bi pêşengiya jinan bi bin ket. Niha di nava aloziyan de ne lewma siyasetên qirkirinê li dijî herêmê dimeşîne û êriş wê dike."   Rûspiyê qebîleya El Tay û endamê Meclisa Rûspiyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Ferhan El Hesen diyar kir ku pêkhateyên herêmê yên kurd, ereb û suryan yek in û dê li hember êrişan yek bimînin.