Li Amedê Nobeda Edaletê 27 roj in didome 2023-12-30 15:31:35     AMED - Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Amedê di roja 27’an de bi serdanan didome.    Di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin hatiye destpêkirin, di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin. Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de li Amed, Wan, Stenbol, Mêrsîn, Edenê û Îzmîr bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” dest bi Nobeda Edealetê kirin.     Çalakiya Nobeda Edaletê ya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) a navçeya Rezana Amedê hatî destpêkirin di roja 27'emîn de didome. Çalakiya ku bi serdanan didome çalakvan biryarbûna xwe ya domandina berxwedanê bi dirûşma "Bî can bî xwîn, em bî te re ne ey Serok” tînin ziman.    Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Amedê bi serdana sazî û dezgehan û bi gotina klaman didome.