'Êdî dema azadiya fîzîkî ye' 2023-12-30 09:04:23     Melîke Aydin   ÎZMÎR - Kesên tevli çalakiya Nobeta Edeletê bûne diyar dikin ku ji bo azadiya Rojhilata Navîn û cîhanê divê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azad bibe û gotin heta ku azadî pêk neyê wê têkoşîna wan bidome.   Di çarçoveya kampanya bi daxwaza "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirgirêka kurd re çareserî" li Îzmîrê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya EGE'yê (EGE TUHAY-DER) li Nûnertiya Herêma Egeyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) "Nobeda Edaletê" hat destpêkirin. Jinên tevli çalakiyê bûn diyar kirin ku ne tenê Gelê Kurd hemû gelên cîhanê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dixwazin û diyar kirin ku heta ku tecrîd ranebe wê têkoşîna wan bidome.   Divê her kes piştgiriyê bide   Ji rêveberiya EGE TUHAYDER’ê Leyla Kaygisiz da zanîn ku tecrîda Îmaliyê her diçe giran dibe û 3 sale agahî ji Îmraliyê nayê girtin û got: “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye işkenceye. Li girtîgehan grevên birçîbûnê didomin. Heta tecrîda li ser Birêz Ocalan ranebe wê têkoşîn bidome. Her kesê aştiyê dixwaze divê tevli Nobeta Edeletê bibin.”   ‘Ji bo hemû gelan têkoşîn da’   Dayika Aştiyê Medîne Kaymaz jî daxuyakirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û aşitiyek bi rumet têdikoşin û wiha bi lêv kir: “Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Gelê Kurdji bo hemû gelan têdikoşe. Em aştiyê dixwazin. Em naxwazin xwîn birêje. Dewleta Tirkiyeyê derî girtin. Me destê aştiyê dirêj kir lê wan derî girtin. Ev sê sal in ji Îmraliyê agahiyê nayê girtin. Tirkiye şer dixwaze. Ji ber vê jî girtîgehan tije dike. Her tiştê li girtîgehan bi pereyane. Ji bo malbat zarokên xwe nebînin surgunê bajarên dûr dikin. Lê em cilên ser xwe jî bifroşin em ê biçin gel wan. Em ê ji bo pêkanîna azadiyê têbikoşîn."    ‘Dem dema azadiya fîzîkiye’   Dayika Aştiyê Peyruze Kurt jî nêrînên xwe wiha anî ziman: “Em li gel berxwedana girtîgehane. Dema aştiyê ji zûde hatiye. Şer û komkujî li her derê cîhanê didome. Li Rojava sivîl tên qetilkirin her der tê bombebarankirin. Êdî bila ev zilm bisekine. Bila deriyên girtîgehan vebibe. Dem dema azadiya fizikiye. Em azadiyê ne tenê ji bo xwe ji bo hemû kesî dixwazin.”   ‘Tecrîd bandor li ser her kesî dike’   Dayika Aştiyê Behiye Yalçin jî anî ziman ku ji ber tu alavek parastinê tuneye girtiyan bedena xwe daye berbirçîbû û wiha domand: “Tecrîd ne mirovahiye û tu aliyê wê yê edeletê tuneye. Tecrîd tenê zirarê nade kurdan dide hemû gelan. Tecrîd bandor li ser hemû aliyan dike. Li hemû cîhanê şer didome. Aktorê aştiyê Birêz Abdullah Ocalane. Birêz Ocalan fikra xwe bigota wê hemû şer bisekiniyana. Wê azadiya fîzîkî pêk bihata. Ji bo fikrên xwe bêje divê demildest bê berdan û ji bo aramiya civanê gav bê avêtin.”