Malbata girtî Sudan Guven: Rêveberiya girtîgehê bersiv nade 2023-12-30 09:03:26     Rozerîn Gultekîn   AMED - Malbata girtiya nexweş Sudan Guven a tê gumankirin ku bi nexweşiya pençeşêrê ye û tehliyeya wê 3 caran hatiye astengkirin, diyar kir ku ji ber nehiştin Sudan tevli cenazeya bavê xwe, birazî û xwişka xwe bibe nexweşiya wê giran bûye û diyar kirin ku di rapora hatiye amadekirin de îbareya "Hewce bi dîtina doktorê pispor tune" cih digire.   Sudan Guven di 2009’an de li Bismil a Amedê hat binçavkirin û bi hinceta faliyetên di DBP’ê de meşandiye hat girtin. 15 sal û 3 meh ceza lê hat birîn. Sudanê pêvajoya înfaza 11 sal û 23 rojan di 4’ê Gulan a 2023’yan de demam kir. Tevî ku cezayê Sudan Guven a di Girtîgeha Tîpa L a Alanyaya Antalyayê tê girtin qediyaye tehliyeya wê ji aliyê Lijneya Çavdêrî û Îdareyê 3 caran hat taloqkirin. Her wiha gumana nexweşiya pençeşêrê jî bi Sudanê re heye. Ev ji 10 rojan zêdetir e Sudanê tedawiya dermanê kortizonê dibîne. Rewşa wê jî her diçe xerab dibe. Xwişka Sudanê, Fatma Guven û dayika wê Gulîstan Guven ji ajansa me re axivîn.   9 sal in nehiştin bi xwişka xwe re wêneyekê bikşîne   Xwişka wê Fatma Guvenda zanîn ku Sudan piştî hatiye girtin li girtîgeha Agiriyê maye piştre 4 salan li Erziromê maye û got: “Ji wir jî surgunê girtîgeha Tîpa T ya Elezîzê hat kirin. Gardiyanan tundî li Sudanê kirin û ji derenceyan avêtin. Sudan 3 mehan li girtîgeha Elezîzê ma piştre surgunê girtîgeha Tîpa L ya Alanyayê kirin. 9 sale li wir e. Şertên wir pir giranin. Ev 9 sale me nikaribû wêneyekî bi Sudanê re bikşînin. Me dixwest em bikşînin digotin ‘hûn hatine vir betlanê’. Niha 9 kes di koxuşekê de dimînin. Înfaza sê kesên din jî hatiye şewitandin. Em li rêveberiya girtîgehê digerin bersiv nadin.”   Rewşa wê giran e   Fatmayê wiha dirêjî daye: “Beriya bê girtin nexweşiya wê tunebû. Sudan jî di 2019’an de ket greva birçîbûnê. Piştre gastrîtê dest pê kir. Li Alanyayê pirsgirêk memikan dest pê kir. 9 mehan de piştî mirinên ji malbatê dibe ku nexweşiya wê bandor kiribe. Li gorî nameya ji me re nivîsiye 7-8 mehe diçe doktor. Dikeve mamografi û encam ‘gumana pençeşêrê’ ye. Tam nabêjin pençeşêre. Dibêje guman heye. Di memika çepê de 4 birîn hene. Divê asta nexweşiya wê bê fêkirin ji bo vê jî otopsiyek duyemîn ferze. Birîn giran bûye. belav bûye. Fatmayê hefteya borî got dest bi derziyên kotîzonê ya 6 hefteyîkirine. Rojê du caran lê dixin. Di hevdîtina vê hefteyê de gotin doktor doza derman zêdekiriye. Ev jî tê wateya ku nexweşî her diçe giran dibe.”   Nehişt bê tevli cenazeyan bibe   Fatmayê wiha dawî lê anî: “9 mehan de bavê min, birazî û xwişka min jiyana xwe ji dest da. Nehiştin Sudan tevli cenazeyan bibe. Herî dawî xwişka min jiyana xwe ji dest da. Me serî lê da ku Sudan bê lê nehiştin. Em li ser e-nabiz li encamên Sudanê dinêirn di raporê de dibêjin hewce bi dîtina doktorê pispor tuneye. Ji bo Sudan ji aliyê doktorekî pispor ve bê dîtin me serî li ÎHD’ê da. herî dawî me di meha Tebaxê de Sudan dît. Ji bo malbat neçin hevdîtinan surgunê cihên dûr dikin. Lê ew çi bijî bikin wê biser nekevin. Em ligel zarokên xwe ne.”   ‘Li ser ceza ceza dibirin’   Dayika Sudanê, Gulîstan Guven jî destnîşan kir ku Sudan ji bo wê her tişteke û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Keça min beriya bê girin nexweşiya wê tunebû. Ez dixwazim keça min bê berdan. 10 sale keça xwe nabînim. Ceza li ser ceza dibirin. Ez dixwazim keça min bê berdan û em dermankirina wê bikin. Xwedê mafê me ji wan re nehêle.”