Dayika Şemiyê Hanim: Arşîvan vekin gumanbaran bidarizînin 2023-12-30 09:02:21     Marta Somek   STENBOL - Dayika Şemiyê Hanim Tosun ku 28 sal berê hevjînê xwe winda kir, bi biryarek mezin li hestiyê hevjînê xwe digere. Hanim tevî hemû zext, biçavkirin û dozên lê hatine vekirin têkoşîna xwe didomîne û got: “Bila arşîvan vekin û gorê nîşan bidin. Piştî vê bila gumanbar bên darizandin. Bila sala 2024’an bibe wesîleya ku kes binçavan de winda nebe û li kolanan neyê îşkencekirinê.”   Malbatên ku dixwazin dengê xwe bidin bihistandin her tim di nav berxwedanê de bûn. Yek jî wan Dayikên Şemiyê bûn. 28 sal beriya niha ji bo parvekirina êş û kulê xwe û ji bo dîtina zarokên xwe li Qada Galatasarayê ya Cadeya Îstîklalê ya Stenbolê kom bûn. Dayikên Şemiyê ji dayikên Arjantinî feyz girtin. Ji ber ku Dayikên Plaza de Mayo di sala 1977'an de ji bo dîtina zarokên xwe yên ji hêla cuntaya leşkerî a Arjantînê ve hatî windakirin dest bi çalakiyê kiribûn.   Destpêka têkoşîna Dayikên Şemiyê    Çalakiya ewilî di 27'ê Gulana 1995'an de saet 12.00'an de pêk hat. Kurê Emîne Ocak Hasan Ocak di 21'ê Adara 1995’an de hat binçavkirin û piştî 58 roj şûnde li Goristan Bêkesan bi îşkenceyê qetilkirî hat dîtin. Ji hêla rojnameger Nadîre Mater ve bi navê "Dest nede hevalên min" kampanyayek da destpêkirin. Ev kom piştî dîtina cenazeyê Hasan Ocak peşniyara "Her roja şemiyê em li Qada Galatasareyê di heman saetê de çalakiya rûniştinê ya bêdeng pêk bînin" kirin. Biryara dan ku di çalakiyê de pankartên rêxistinan bila nebin, bila dirûşm neyê berzkirin. Her heftê bila çîroka windayek bê xwendin. Piştî demekê ji komê re gotin "Dayikên Şemiyê".   Qada Galatasarayê   Ji roja destpêke heta îro ligel îşkence zext û zordariyê Dayikên Şemiyê dev jî qadê bernedan û her tim daxwaza aşkerakirina aqûbeta xizmên xwe kirin. Çalakiya Dayikên Şemiyê roj bi roj belavî Kurdistan û Tirkiyeyê bû. Bi sedan malbat bi heman daxwazê daketin qadan. Ne tenê xizmên windayan kesên li derdorê jî êdî piştevaniya vê çalakiyê kirin. Çalakiya Dayikên Şemiyê ji sala 1995'a heta sala 99'an di saet 12.00’an de li ber lîseya Galatasarayê berdewam kir.    Êrişa polîsan   Êrişa ku di 15'ê tebaxa 1998’an pêk hatî 7 meh berdewam kir. Di nav 7 mehan de dayik û xizmên windayan bi îşkenceyê re rûbirûman. Di 170’emîn çalakiyê de ji ber êrişan di 13'yê Adara 1999’an de biryara navberdayîna çalakiyê hat dayîn. Piştî 10 sal şûnde di 31'ê Çileya 2009’an de carek din li Qada Galatasareyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.    Dayika Berfo…   Bi sedan dayik bi israr li Qada Galatasarayê kom dibûn yek jî wan Dayika Berfo bû. Dayika Berfo di nav têkoşîna Dayikên Şemiyê de bû sembol û 33 salan  ji bo dîtina kurê xwe Cemîl Kirbayîr li ber xwe da. Berfo wiha behsa kurê xwe dikir: "Ez bi hêvî bûm ku dê rojekî kurê min bê û min derî û bace dihişt vekirî. Roj derbas bûn, meh derbas bûn û sal derbas bûn... Lê kurê min nehat. Heke kurê min miribe jî bila cenazeyê wî radestî min bikin..."  Dayika Berfo heta ku jiyana xwe ji dest da ji daxwaza hestiyên kurê xwe kir. Berfoya ku gelek caran bi gotina "Ez zarokê xwe dixwazim, bila zarokê min bidin min" di 5'ê sibata 2011'an de bi Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir. Tayyîp Erdogan soza dîtina kurê wê da. Dayika Berfo heta dawiya emrê xwe 33 salan ji bo xwe gihandina Cemîl di nav têkoşînê de bû.   Ne qedexe ne jî astengî nas kirin   Dayikên Şemiyê bi daxwaza "Zarokên me û xizmên me hatibin qetilkirin jî hestiyên wan bidin me. Em tenê dixwazin gorekî wan hebe. Heke dijîn jî bila zarokên me radestî me bikin" daketin qadan û li qadan bi dehan caran bi êrişa polîsan re rûbirû man û hatin binçavkirin. Lê çend hatin binçavkirin jî tu carî dev jî têkoşîna xwe bernedan. Di sala 2018'an de di çalakiya 700'î de Qada Galatasarayê ji hêla Qeymeqemtiya Beyoguyê ve hat qedexekirin. Tevî hemû qedexeyan dayikan dest ji têkoşîna xwe bernedan.   5 sal şûnde dîsa li cihê xwe bûn   Masîde Ocak Kişlakçi di çalakiya 700’î de ji hêla polîsan ve lêdan xwar û hat binçavkirin. Masîde derbarê mijarê de û îhlalkirina mafê "meş, çalakî û civînê" de, di 10'ê Îlona 2018’an de serî li Serdozgeriya Komara Stenbolê da. Lê Serdozgerî biryara bêşopandinê da û Masîde serî li Dadgeha Mafên Mirova a Ewropayê (DMME) da û doz qezenç kir. Piştî vê biryarê Dayikên Şemiyê û Mirovên Şemiyê di 8'ê Nîsanê de carek din daketin Qada Galatasarayê.   28 sale li hevjînê xwe digere   Dayika Şemiyê Hanim Tosun ku 28 sal berê hevjînê xwe winda kir, bi biryarek mezin li hestiyê hevjînê xwe digere. Hevînê wê Fehmî Tosun di 9’ê Cotmeha 1995’an de di binçavan de hat windakirin.   Hanim beri sala 2024’an bang û daxwazên xwe ji JINNEWS’ê re  nirxand.   Saleke tije îşkence…   Hanime, destnîşan kir ku gelek caran hatine binçavkirin û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Em ber bi sala nûve daxwaz dikin ku sala azadiyê bîne. Lê mixabin rewş her diçe xera dibe. Me salek zor û zehmet jiya. Dayikên Şemiyê piştî 5 salan şûnde ji nûve dest bi çalakiyê kirin. Qada Galatasarayê  saet di 12’yan de pir germ dibe. 29 hefteyan her dawiya çalakiyê binçavkirin pêk hatin. Em birin qerekolê. Îşkence kirin. Çend caran hatim binçavkirin. Ez nexweşa dil im. Di wê germê de em dikin wesayîta binçavkirinê.”   Îşkenceyan pêşî li têkoşînê negirt   Hanime balkişand ser îşkenceya polîsan û got: “Tirkiye dibêje em pêşketine. Lê her tişt li holê ye. Me binçavdikin dikin alavan mirovên saxlem têde krîzê derbas dikin. Her derê wê girtiye. Bi van wesayîtan me digerînin. Hefteya dawî ez ji ser hişê xwe çûm. Ez birim nexweşanê. Lê îşkenceya polîsan pêşî li têkoşîna me negirt. Keça min Besna û kruê wê Newroz di hefteya 968’an de ji aliyê polîsan ve hatin îşkencekirin. Tirkiye dibêje ez dewleta hiqê me. Lê bila behsa hiqûqê û demokrasiyê nekin.”   Bila arşîvan vekin   Hanimê nirxandina xwe wiha domand: “Em naxwazin tenê li hestiyên windayan bigerin. Em dixwazin kesên ku ev bi me dan jiyîn bên darizandin. bên cezakirin. Ger ku ev dewlet dewleta hiqûqê be bila arşîvan vebikin cihê goran nîşan bidin. Bi salane dibêjim û ezê bêjim jî. Dem dema vekirina arşîvanae. Divê demildest vebikin. Piştre jî gumanbar bên darizandin. Bila di 2024’an de kes li kolanan neyê îşkencekirin.   Peyama sala nû   Hanimê wiha dawî lê anî: “Hêviya min ev e di 2024’an de her kes bi awayekî azad bi zimanê dayikê xwe îfade bike û girtiyên nexweş bên berdan. Divê demildest girtiyên nexweş bên berdan û ligel malbatên xwe bin. Bila kuştinên jinan bidawî bin û destdirêjî li jin û zarokan neyêkirin. Bila her kes bi awayekî azad li Kolana Îstîklalê bimeşin. Yên 30 hefteyî îşkence li me kirin bila bên darizandin. Piştî me bila  kes zirarê nebine. Bila her tişt wek dil û zimanê we be.”