Rojnamegerên Ereb ji bo rawestandina êrîşan bang kir 2023-12-29 20:01:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Federasyona Rojnamegeriya Erebî ya Navneteweyî bang li NY’ê û saziyên navnteweyî kir ku ji bo Tirkiye êrîşan rawestîne zextan bikin.    Federasyona Rojnamegeriya Erebî ya Navneteweyî têkildarî êrişên Tirkiyeyê ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.   Di daxuyaniyê de êrişên Tirkiyeyê hatin şeremzarkirin û wiha hat domandin: "Em bombebarana ji aliyê Tirkiyeyê ve wekî pêkanîneke ne rewa dibînin. Ev pêkanîn li dijî rêgez, armancên Neteweyên Yekbûyî û qanûnên navneteweyî ne. Em tevahî kiryarên hêzên Tirk şermezar dikin. "   Ji bo saziyên navneteweyî bang   Di dewama daxuyaniyê de ev bang li Neteweyên Yekbûyî, endamên Konseya Ewlekariyê, tevahî deste û saziyên navneteweyî yên têkildarî parastina mafên mirovan hatin kirin:   “1-Zexteke cidî li hikumeta Tirk bikin bila êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestîne.   2-Bila dewleta Tirk ji herêmên Sûriyeyê yên dagir kirine vekişe.   3-Divê dagirkerî, êrişên wê yên leşkerî û encamên van êrişan, her wiha binpêkirinên wî yên li dijî gelê Sûriyeyê were teşhîkirin.   4-Êrişên li ser nexweşxane, navendên tenduristiyê yên sabit û yên gerok û êrişn li ser ekîbên tenduristiyê û yên rizgariyê rawestînin. Bila derfet bê dayîn da ku birîndaran û cenaz werin rakirin û jiyana kesên bi binê enqazan de mane were rizgarkirin.   5-Zextê li hikumeta Tirk bikin bila êrişên xwe yên bi balafirên şer, balafirên bê mirov ên bi çek, êrişên çekdarên hevkarên wê yên li dijî sivîlan, dêr û cihên îbadetê, milkên giştî û yên taybet rawestîne. Talankirin û diziya mal û dikanan bisekinin.   6-Divê komîteyeke serbixwe ya lêkolînkirinê were avakirin. Divê nûnerên federasyona Sûriyeyê ya mafên mirovan, rêxistinên parêzvnên mafên mirovan û mafên jinan ên li Sûriyeyê di komîteyê de cih bigirin. Peywira vê komîteyê  binpêkirinên dewleta Tirk aşkera bike û berpirsên wê yên bûne sedema qetilkirin û birîndarkirina welatiyan sewqî dadgehên xwecih, herêmî û navneteweyî werin kirin da ku hesab ji wan bê pirsîn.   7-Em bang li rêxistiên hiqûqî û medenî yên sûriyeyî dikin ku di belgekirina sûcên dermirovî yên hêzên dewleta Tirk de bibin hevkar.   8-Bang li deste û saziyên navneteweyî yên eleqedar dikin ku pêdiviyên jiyanî, aborî û mirovî yên bajar û gundên bakur û rojhilatê Sûriyeyê yên bobelat bûne, bi cih bînin.   9-Ji tevahî pêkhateyên bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebateke gel û hiqûqî lazim e da ku li hemberî xetereyên ku ji ber kirinên hêzên dagirker ên nîjadperest çêdibin rawestin û wan xetereyan bi dawî bikin.”