Nobetên Edaletê: Bijî berxwedana zindanan 2023-12-29 16:28:22     NAVENDA NÛÇEYAN - Nobetên Edaletê yên li Mêrsîn û Edeneyê dewam kirin. Di Nobetên Edaletê de dirûşma "Bijî berxwedna zindanan" hat berzkirin.    Nobetên Edaletê yên ku li Edene û Mêrsînê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” hatine destpêkirin îro jî berdewam kir.    Mêrsîn   Nobeta Edaletê ya li Mêrsînê ya li avahiya ÇUKUORVA TUAY-DER’ê hatiye destpêkirin bi tevlibûna gel di roja 26’an de berdewam kir. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Parlamenterê DEM Partiyê Ali Bozan serdana çalakiyê kir û piştevanî da.    Ali da zanîn tecrîdeke giran li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan heye û got divê her kes deng bide aştiyê.   Piştî axaftinan dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" hat berzkirin.    Edene   Çalakiya Nobeta Edaletê ya Edeneyê ku li avahiya AATUHAY-DER’ê hatiye destpêkirin, di roja 26’an de didome. Li eywana çalakiyê pankartên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin û ji bo aştiyê deng bidin zindanan” hatibûn daliqandin. Rêvebirên DEM Partiyê serdana çalakiyê kirin. Serdanên ji bo çalakiyê didomin û beşdaran banga piştevaniyê kirin.    Nobet, bi klamên dayikan berdewam kir.