Nobeta Edaletê ya li Wanê di roja 25’an de ye 2023-12-29 14:48:49     WAN - "Nobeda Edaletê" ya li Wanê 25 roj in didome. Di çalakiyê de peyama rakirina tecrîdê hat dayîn û bang li Wezîrê Dadê hat kirin.   Nobeta Edaletê ya li Wanê ya ji bo piştgiriya pêngava “Ji bo Abdullah Ocalan azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” û ji bo piştevaniya çalakiyên grevên birçîbûnê yên li zindanan dest pê kir di roja 25’an de berdewam dike. Rêveberiyên DEM Partiyê ya navçeya Serav, Meclîsa Dayikên Aştiyê, welatiyên taxa Çîçeklî ya navçeya Artemêtan, Parlementerê DEM Partî yê Wanê Mahmût Dîndar û gelek kes serdana çalakiya Nobeta Edaletê kir. Di çalakiyê de dirûşmêyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” hat berzkirin.   ‘Mifteya edaletê di destê Birêz Ocalan de ye’   Çalakiya îro jî bi stranên hatin gotin ve bi reng bû. Di çalakiyê de endama Meclîsa Dayika Aştiyê Zekiye Kaya axivî. Zekiye, destnîşan kirin ku ew dixwazin ev çalakî bibe sedema aştî, azadî û wekheviyê û wiha got: “Ev bi salan e dayik ji bo vê daxwazê dengên xwe bilind dikin. Lê belê dewletê çav û guhên xwe girtiye. Hema bila bi tenê nîv saetê bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin parêzerên wî, dê rêya çareseriyê nîşan bide. Mifteya azadiyê, wekheviyê û edaletê di destên Birêz Ocalan de ye. Hevdîtinek nîv saetê jî dê vê çareseriyê ava bike. Em naxwazin ne leşker, polîs û ne jî zarokên me bên kuştinê. Em dixwazin li ser vê xakê jiyanek bi rûmet bijîn. Daxwaziya me malbat û girtiyan ne tiştek zehmet e. Em bang Wezîrê Dadê dikin ku çima tu gavekî navêjin? Bila demildest gavekî bavêjin û bên destên Dayîkên Aştiyê bigirin. Banga min ji hemû dayik û gelan ew e ku vê çalakiyê tenê nehêlin û bên piştevaniyê bikin.”   Çalakî bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan”, stranan û serdanan berdewam kir.