Êrişa li hemberî Şengalê hat şermezarkirin: Em serî natewînin 2023-12-29 14:12:10     NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Şengalê û TJA, li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê daxuyanî da û gotin ku ew ê li dijî êrişan serî netewînin.   Duh balafirên bêmirov yên dewleta Tirk di saet 18:00’an de li devera Kora Simoqya ya herêma Mezargehê ya girêdayî bajarokê Xanesorê 3 caran li ser hev konê karkerên kolandina bîrên avê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de 5 karker hatin qetilkirin û 2 karker jî birîndar bûn.   Nûnerên hemû Meclîsên Gel ên Şengalê ku girêdayî Rêveberiya Xweser ya Şengalê ne û Tevgera Azadiya Jinên Ezîdî (TAJÊ), li dijî êrişan daxuyaniya çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de nûnerên Meclîsên Gel yên Herêma Erebên Şengalê jî amadebûn. Bi navê sazî û rêxistinên Şengalê Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo bi Erebî û bi navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Dayê Neam Bedel bi kurdî daxuyanî dan.   ‘Saziyên mafê mirovan bêdeng in’   Destpêkê Nayîf Şemo bi navê MXDŞ’ê axivî û êrişa dijî Şengalê şermezar kir û ev bang li saziyên xwe weke "Parêzvanên mafê mirovan" dikin kir: “Dewleta Tirk a dagirker weke her carî êrişê Şengalê kir û cihê sivîlan hedef girt ku di encamê de çend karker şehîd bûn. Em bang li NY, Saziyên Mafê Mirovan, Encûmena Asayîşa Netewî dikin, bi erkên xwe yên mirovî rabin. Lê mixabin, ev saziyane li hemberê van êrişên li ser Şengalê bêdeng in. Em ji NY’re dibêjin ku qaşo hûn cîhanê rêve dibin, bila wijdana we biêşe û li beramber van êrişan bêdeng nemîn e.”   Nayîf  rexne li hikûmeta Iraqê jî kir ku heya niha ti helwestek dijî êrişên hovanê yên dewleta Tirk nîşan nedaye û got: “Her wiha em ji dewleta Iraqê ya demborî re dibêjin, ka dewletbûna we? Li cihê ku hûn diziyê bikin, bila çavê we li ser Şengalê be, ne ku temaşevan bin. Pêwîste hûn li dijî ev kiryarên dewleta Tirk ên li dijî xelkê Şengalê û civaka êzidî helwest nîşan bidin. Em bang li dewleta Iraqê dikin, bi rêya peywendiyên dîplomatîk û sefaretên xwe, rê li ber van êrişên dewleta Tirk bigire.”   ‘Li çavkaniyên jiyanê dixin'   Endama Kordînasyona TAJÊ jî piştî Nayîf Şemo daxuyaniya xwe bi zimanê kurdî da û da zanîn ew dixwazin peyamek bigihînin dijminên mirovahiyê û wiha dest pê kir: “Em li vir kombûne ji bo peyamek bigihînin dijminên mirovahiyê. Dewleta Tirk li çiyayên azad binketiye, weke ‘kûçikê har’ êrişê her derê dike. Li Rojavayê Kurdistanê û Şengalê li sivîlan dixe. Li mirovên ku ji bo debara xwe kar dikirin, ji bo li malbat û zarokên xwe binêrin, xist. Li Rojavayê Kurdistanê li çavkaniyên jiyanê dixe.”   Neam Bedel jî di axaftina xwede rexne li bê helwestiya hikûmeta Iraqê girt û got: “Em dewleta Iraqê ji ber hevkariya wî ya bi vê dijminê hov re şermezar dikin. Serweriya Iraqê nemaye û hemû bûye dek û dolab. Eger Iraq piştgiriyê li xelkê xwe nake, wê demê tu serweriyeke wê nemaye. Eger serweriya wê heba, dê dewletek din ne hatiba li xelkê wê nedaba. Eger Iraq li beramber van êrişan nesekine û helwest nîşan nede, ew jî hevkarê van êrişan e. Erdogan dijminê koka mirovahiyê û dijminê koka Êzidiya ye, lewma em nikarin gazindê ji dijminê xwe bikin.”   ‘Tiştek bi navê Saziyê Mafê Mirovan nemaye’   Neam Bedel bêdengiya Saziyên Mafê Mirovan yên beramber êrişên dewleta Tirk jî bi zimaneke tund rexne kir û got: “Tiştek bi navê Saziyên Mafê Mirovan nema ye, eger heba wê dewleta Tirk nekarîba ev kiryarên hovane li hember mirovên medenî pêkbîne, çekên kîmyewî bikarbîne û balafirên mirov bixe nava herêmên sivîl. Em li dijî êrişan dibêjin, şehîd namirin, bijî berxwedana Şengalê û bijî berxwedana gerîla.”