Gulseren Yolerî: Li dijî îşkenceyê têkoşîn şert e 2023-12-29 09:08:14     Elfazî Toral   STENBOL - Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku seranserê salê tecrîd û şer giran bûye, binpêkirinên mafan zêde bûne û got: “Hewce heye ku li dijî van polîtîkayan têkoşînek xurt bê meşandin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Divê her kes di vê têkoşînê de hevpar be.”   Di karneya deshtilatdariya AKP-MHP’ê ya 2023’an tecrîd, binpêkirin, şer, krîza aborî, qetilkirina jinan, destdirêjî û binpêkirina mafan cih girt. Desthilatdariyê di serî de li Îmraliyê li Kurditsan û Tirkiyeyê polîtîkayên tecrîdê giran kir û li ser hemû civakê belav bûn. Girtiyan li dijî binpêkirinan û tecrîdê di 27’ê Midjarê de dest bi greva birçîbûnê kirin û xzmên girtiyan jî li der ve Nobeta Edeletê didomînin.   Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî, xebatên di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de meşandine û her wiha têkoşîna ji bo rewşa girtiyan, xeta têkoşînê ya sala nû ji JINNEWS’ê re nirxand.   Sala 2023’na bi binpêkirinan derbas bû …   Gulserenê daxuyakirin ku sala 2023’an salek zehmet bû û pirsgisrêk her çûne giran bûne û got: “ÎHD 37 sal e têkoşînek mezin dimeşîne. Em li dijî tundî û binpêkirina mafan têdikoşin. Piştî 2016’an şûnde bi OHAL’ê re binpêkirin zêde bûn. Bi taybet azadiya fikr û ramanê hat atengkirin. Îsal jî bi astengiyan derbas bû. Bi qanûna dezenformasyonê hemû çalakî û bernameyên piştevaniyê hatin astengkirin. Hatin terorîzekirin.  Ev hemû sûc hatin hesibandin.”   Biryarên DDB’ê bê bandor man   Gulserenê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tundiya li ser civakê û girtiyan zêde bû. Gelek binpêkirinên maf hatin jiyîn. Lê tu berpirsek jî nehat darizandin lêpirsînkirin. Polîtîkayên bêcezahiştinê zêde bûn.  Dayikên Şemiyê 30 hefteyan li ser hev hatin binçavkirin. Çalakiya wan hat astengkirin. Di vê pêvajoyê de tevî biryara Dadgeha Destura Bingehîn, biryar hat binpêkirin.”   Şer û krîz derket asta herî jor   Gulserenê destnîşan kir ku seranserê salê şer û pevçûnan berdewam kiriye û wiha daxuyand: “Polîtîkayên şer û xizaniyê pir bilind bûn. Civak bi fikare û ji bo komeleyan ji bo piştgiriyê serlêdanan dikin. Ji ber vê jî li her qadê jin, zaork, kedkar û li girtîgehan neçareserî tê ferzkirin. Rejîma otorîter li şûna çareseriyê rêbazên çewisandinê tercîh dike. Girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin. Girtî ji bo dengê xwe bidin bihistin zêde derfetên wan tuneye. Ji ber vê jî serî li grevên birçîbûnê didin.  Divê parêzvanên maf, hiqûq û rêxistinên tenduristiyê hestiyar tevbigerin û li dijî van polîtîkayan têkoşînek xurt bimeşînin.”   Wê têkoşîna maf bidome   Gulserenê daxuyakirin ku desthilatdarî her diçe berê xwe dide helwestek dijhiqûqî û rejîma nezelaliyê diafirîne û wiha dirêjî daye: “Bi biryarên DDB’ê peymanên navneteweyî ji dewrê tê derxistin. Desthilatdarî berpirsyariyên xwe yên hiqûqa navneteweyî piştguh dike.Me heftey aMafê Mirovan de der barê çareseriyê de nîqaş meşandin.,  Mafê mirovan mirovahiye. Têokşîna maf ferz û hewcedariye. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.Ez banga têkoşîna hevpar li hemû  kesî dikim. Sala nû li her kesî pîroz dikim.”