Xizmên girtiyan bertek nîşanî êrişên li ser gelê kurd dan 2023-12-29 09:07:46     WAN - Xizmên girtiyan ên di Nobeta Edaletê de ne bertek nîşanî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê dan û polîtîkayên li ser înkarkirin û tunekirina kurdan rexne kirin. Xizmên girtiyan gotin:"Şer bi hemû pirsgirêkên civakî re girêdayî ye. Her wiha bi pirsgirêka tecrîdê re jî girêdayî ye. Ger tecrîd bi dawî bibe wê şer jî bi dawî bibe."   Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê yên li dijî nexweşxaney, rezerveyên petrolê, qadên sîvîlan ên jiyanê bi awayekî sîstematîk dewam dikin. Bi êrişan heta niha gelek welatiyan jiyana xwe ji dest dan û gelek welatî jî birîndar bûn. Îktidara AKP'ê ji aliyekî ve şerê Îsraîl-Hamasê derdixe pêş û piştgiriyê dide Fîlîstînê û ji aliyekî jî dema mijar dibe kurd êrişên xwe didomîne. Ji 23'yê Kanûnê heta niha li dijî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê bertekên li Kurdistan, Tirkiyeyê û li qada navneteweyî yên li dijî êrişan dewam dikin.    Xizmên girtiyan ên li Wanê Nobetên Edaletê digirin bertek nîşanî êrişên li dijî Rojavayê Kurdistanê dan.    'Heta ez bijîn ez ê îşkenceya li dijî lawê xwe ji bîr nekim'   Xizma girtiyan Îran Ergun bertek nîşanî polîtîkayên tecrîdê da û wiha got:"Lawê min Taner Ergun ev nêzî 8 salan e li Girtîgeha Kalkandere ya Rîzeyê dimîne. Ji ber polîtîkayên tecrîdê yên li ser girtiyên me dengê girtiyan nayê bihîstin. Dema bi ser mala me de girtin îşkence li lawê min kirin. Heta ez bijîm ez ê îşkenceya li lawê min hatiye kirin ji bîr nakim. Nahêlin Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Polîtîkayên tecrîdê bi pirsgirêkên civakê re girêdayîye. Tecrîd biqede wê şer jî biqede. Tecrîd biqede em ê giş azad bibin."   'Bi roj li ber Fîlîstînê dikeve lê êvarî jî êrişî kurdan dike'   Ji xizmên girtiyan Fatma Avci bi lêv kir ku îktîdar polîtîkayên "dirûtiyê" dişopîne û wiha got:"Bi roj li ber Fîlîstînê dikeve lê êvarî jî êrişî kurdan dike. Zilmê li kurdan dike. Bila zilmê neke, bila nexweşxaneyan xera neke, bila êrişî sîvîlan neke. Gelê kurd her tim li ser vê axê jiyaye, lê belê ew piştre hatin ser vê axê û li ser vê axê bi cih bûn. Bila vê yekê baş bizanibin; Kurd wekî bizmarê di vê axê re çûne. Loma çiqasî bimirin bila bimirin jî ne pêkan e ku ji axa xwe veqetin."   'Li hêvî ne ku em hebûna xwe înkar bikin'   Ji xizmên girtiyan Azize Çakir jî da zanîn jin şer naxwazin û bertek nîşanî polîtîkayên înkara li dijî kurdan da. Azizeyê wiha got:"Zarokên me dema diçin zanîngehan xwendinê bi êrişên nîjadperest rû bi rû dimînin. Ziman û nasnameya me tê înkarkirin. Em vê nêzîkatiyê qebûl nakin çimkî xwedî me wekî kurd afirandiye. Divê em xwedî li nasname û zimanê xwe derkevin. Zarokên me tên kuştin wan dişînin girtîgehan. Dema zarokên me bi kurdî diaxivin û dinivîsin wan sûcdar dikin. Lawê min nêzî 9 salan e di girtîgehê de ye. Sûcê zarokê me ew e ku tenê kurd in. Dewlet ji me çêtir dizane ku tu sûcê me tune ye. Dixwazin em hebûna xwe înkar bikin lê belê em vê yekê qebûl nakin."