Ji şer re butçeyek mezin hat veqetandin 2023-12-29 09:03:32     Dilan Babat    ENQERE - Meclîs salek din bi neçareseriyê şûnde ma û ji bo bangên aştî û çareseriyê koma deshtilatdariyê bersiva ‘terorîzm’ da. Dem bi dem di hevdîtinên butçeyê de tansiyon bilind bû û ji şer re butçeyek mezin hat veqetandin. Rêzên vala yên AKP û MHP’ê xizaniya  gel hîn bêtir giran kir.   Li Meclîsa ku AKP û MHP’ê hemû aliyên civakê hedef girt, salek din li pey ma. Di 2023’yan de, di 6’ê Sibatê de erdheja ku navenda wê Mereş bû pêk hat û her wiha di meha gulanê de jî hilbijartinên serokomarî û giştî pêk hatin. AKP û MHP’ê pêşnûmeyên muxalefetê yên der barê civakê de red kir û hewldanên avakirina rejîma xwe didomand.   Ji ber erdhejê hefteyek navber   Li Mereşê 7.7 û li Dîlokê jî bi meznahiya 6.5 û 6.4 erdhej pêk hatin. Ji ber erdhejê li gelek bajarên Kurdistanê hilweşînek mezin pêk hat. Serokwekîlê koma AKP’ê Mustafa Elîtaş di 6’ê Sbitê de diyar kir ku ji ber erdhejê hefteyek navber dane xebatan.   Ji bo erdhejê komîsyona lêkolînê hat avakirin   Hemû partiyên siyasî yên koma wan li meclîsê heye çûn herêma erdhejê. AKP û MHP ku çûn herêmê li pişt barîkatan pere avêtin ji gel re. Piştî hefteyekê Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê hat avakirin. 5 partiyên koma wan li meclîsê heye pêşnûmeya hevpar dan û bi yek dengî hat qebûlkirin.   DEM Partî ji bo zarokên bê refakat serlêdan kir   Komîsyon bi avabûnê sînor ma. Tu xebata lêkolîna encama erdhejê nehat kirin. Der barê konên ku Kizilay firotibûn de hat xwestin hevdîtin bê kirin lê ji aliyê AKP-MHP’ê ve hatin redkirin. Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş binpêkirinên mafan ên herêmê bi bîr xist û balkişand ser rewşa zarokên bê refakat ên ji kavilan hatine derxistin. Tevî serî li Komîsyona Binî ya Mafê Zarokan hat xistin jî DEM Partiyê tu bersiv negirt.   AKP’ê konên ku Kizilay firot parast   HDP’ê ku pirsa Kizilay çima kon firotin pirsî, lê bersiv negirt. Serokwekîlê Koma AKP’ê Bulent Turan bersiv da rexneyan û îdia kir ku Kizilay ne saziya dewletê ye.   Der barê herêma erdhejê de OHAL   Li dijî qelsî û kêmasiyên dewletê yên li herêma erdhejê desthilatdariyê hema OHAL îlan kir. Gotinên muxalefetê yên ‘Ne OHAL, hewce bi rêveberiya karasetê heye’ jî vala man.   Der barê 22 parlamenterî de fezleke hat amadekirin   Di 2023’yan de bê navber binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û tecrîd hat ziman. Gotina tecrîdê ya HDP’ê wek fezleke li parlamenteran vegeriya. Di nav de hevseroka giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz jî heye der barê 22 parlamenterî de fezleke hat amadekirin.   7’emîn Pakêta Darazê ya AKP’ê ji meclîsê derbas bû   7’emîn Pakêta Darazê ya desthilatdariyê ku ji rejîma xwe mayînde bike pêşkêşî Serokatiya Meclîsê hat kirin, ji meclîsê derbas bû.   Meclîs ket betlanê   Piştî rojeva erdhejê, ji ber hilbijartinên serokomarî û hilbijartinên parlamenteriyê yên 14’ê Gulanê, biryara ‘betlana hilbijartinê’  hat dayîn. Meclîs sê roj şûnde piştî biryara YSK’ê şûnde hat vekirin.   Kota jinan a AKP û MHP’ê dîsa qels ma   Piştî hilbijartinan xebatên hilbijartinan ji nûve dest pê kir. Di lîsteya 600 namzetî ya AKP’ê pêşkêşî YSK’ê kir de 113 jin hebûn. Di ya AKP’ê jî 73 jin hebûn. Di ya CHP’ê de ji 580 kesî 153 jinî cih girt. Di ya Îyî Partî de jî 385 namzet hebûn û ji vê 145 jin bûn.   Di Partiya Çep a Kesk ji sedî 40 namzetên jin bûn   Partiya Çep a Kesk bi pergala fermuar ket hilbijartinê. Di lîsteya 490 kesî de 193 heb jin bûn. Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) ya di tifaqa Ked û Azadiyê de bûn jî di lîsteya xwe ya 398 namzetî de 161 jin nîşan da.    Ji bo Îmraliyê daxuyanî   Meclîsê di 1’ê Cotmehê de dest bi xebatê kir. Hevserokên Partiya Çep a Kesk û parlmaneterên wê der barê tecrîd û pirsgirêka Kurd de li meclîsê daxuyanî dan û diyar kirin ku divê tecrîda giran a li Îmraliyê demildest bê rakirin.   Bi vebûna meclîsê re AKP’ê Pêşnûmeya Qanûna Tûrik li Lijneya Giştî nîqaş kir. Li ser navê Partiya Çep a Kesk Tulay Hatîmogullari, diyar kir ku AKP ji bo valahiyên xwe bigire ev pêşnûme daye û alîkariyên ji bo erdhejzedeyan nehatiye kirin bi bîr xist.   Partiya Çep a Kesk der barê 15 rojnamegerên ku li Amedê hatibûn binçavkirin û girtin û 13 meh şûnde derxistin pêşberî dadger de pêşnûme dabû meclîsê. Li ser navê komê Ayşegul Dogan axivî û çîroka rojnameger Omer Çelîk vegot. Parlamenterên AKP’ê ji vê rewşê nerehet bûn û ji gotina ‘rojnamegerên girtî’ nerehet bûn.   Pêşnûmeya erdhejê hat redkirin   Partiya Çep a Kes ji bo mexdûriyeta erdhejzedeyan bê lêkolînkirin pêşnûme da meclîsê. Dema pêşnûme dihat axaftin 10 parlamenter hebûn. Tevî piranî tunebû pêşnûme bi dengên AKP-MHP’ê hat redkirin.   Tezkereya Iraq û Sûriyeyê ji meclîsê derbas bû   Tezkereya ku operasyona dersînor a Iraq û Sûriyeyê du salan dirêj dikir ji meclîsê derbas bû.   Ji bo Îmraliyê banga civînê   Parlamenterên DEM Partiyê, daxwazname şandin ji Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclîsê û Serokatiya Komîsyona Binîya Lêkolîna Mafê Girtiyan. Di daxwaznameyê de hat diyarkirin ku ji bo serdanên Îmraliyê divê lezgîn civîn pêk bê.   Hevdîtinên butçeya 2024’an   Li Meclîsê hevdîtinên butçeya sala 2024’an di 11’ê Kanûnê de dest pê kirin. DEM Partiyê diyar kir ku ev butçe ji butçeya gel dûr e û butçeya şer e.   Di hevdîtinên butçeyê de DEM Partiyê bê navber diyar kir ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe û grevên birçîbûnê ya li girtîgehan silav kirin. Her wiha ji ber ji Abdullah Ocalan re gotin ‘birêz’ alozî derket û AKP û muxalefet ji vê nerehet bûn.   Ji MEB’ê îtîrafa tarîkat û cemaatê   Di hevdîtinên butçeyê de bê navber li ser tundî, qirkirina ekolojîk û polîtîkayên bêcezahiştinê hat sekinandin. Her wezîrê tevli hevdîtinên butçeyê bûn îdia kirin ku rewşa Tirkiyeyê pir baş e. Di butçeya wezareta perwerdeyê de wezîr Yusuf Tekîn got ‘ji bo zarok neçin çiyan wê protokolên weqf û cemaetan îmze bikin’.    Îdia kirin ku tecrîd tune ye   Koma AKP’ê ya bi van sînor nema îdia kir ku li herêmên Kurdistanê newekhevî tune ye. Serokwekîlên koma AKP’î rexneyên ji bo ÎHA  û SÎHA wek ‘terorîzm’ parast û her wiha îdia kirin ku li Îmraliyê tecrîd tune ye.   Di hevdîtinan de DEM Partiyê bi israr got zimanê dayikê xeta wan a sor e. AKP’ê daxwaza perwerdeya zimanê dayikê ya zarokên Kurd ji nedîtîve dît. DEM Partiyê polîtîkayên asîmîlasyonê ya li Efrînê jî teşhîr kir.    Di hevdîtinên butçeyê de yek ji gotinên herî zêde hat gotin edalet bû. Parlamenteran bal kişandin ser rizandina pergala edaletê ya li Tirkiyeyê û li dijî vê îdiayên ‘Tirkiye azad û bi edaletê’ hatin kirin.   Hevdîtinan du hefteyan berdewam kir û di hevdîtinên dawî de tu tiştekî der barê butçeyan de neguherî. Butçeya ku lêçûna wê 11 trîlyon 89 mîlyar lira bû, hatina wê jî 8 trîlyon û 437 mîlyar û 100 mîlyon hat hesabkirin. Li gorî vê valahiya butçeyê 2 trîlyon û 6 mîlyar bilind bû. Rêje wek 6.4 hat dayîn.   Ji 10’an yek ji bo şer   Di pêşnûmeya butçeyê de hat gotin ku ji bo ‘parastin û ewlehiyê’ trîlyonek û 133 mîlyar û 500 mîlyon lire lêçûn bê kirin. Ji bo perwerdeyê trîlyonek û 615 mîlyar, ji bo tenduristiyê trîlyonek û 650 lîra û ji bo alîkariyên civakî jî 497 mîlyar lira hat veqetandin. Ji bo çandiniyê 384 mîlyar lira hat plankirin. Ji bo lêçûnên personalan 2 trîyon û 865.9 mîlyar lîre, ji bo lêçûnên mal û xizmetê 669.8 mîlyar lira hat diyarkirin. Trîyonek û 254 mîlyar lîre jî wek faîz hat hesabkirin. Ji bo butçeyê 566 parlamenterî deng bi kar anîn. 317 kesî dengê erê 249 kesî jî na bi kar anî. Bi vî awayî butçe ji meclîsê derbas bû.