Li Meksîkayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakî 2023-12-28 21:04:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Meksîkayê endamên kolektîfa Mujeres Colîbriyê, paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk nîqaş kirin û straneke  gelên Abla Yalayê ku di rîtuelên taybet de tê gotin ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gotin.    Bi vexwendina endamên kolektîfa Mujeres Colîbriyê ên ku li bajarê Xochîmîlco ya Meksîkayê dimînin, di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de çalakiya piştgiriyê hat lidarxistin. Di çalakiya ku paradigmaya Konfederalîzma Demokratîk ya Abdullah Ocalan hat nîqaş kirin, straneke ku di rîtûelên taybet de tê gotin ji bo Abdullah Ocalan hat gotin.   Di dawiya çalakiyê de endamên kolektîf peyamek parve kirin. Endamên kolektîfê diyar kirin ku paradigmaya azadîxwaz ya Abdullah Ocalan û perspektîfên wî yên der heqê azadiya jinan de bandor li wan kirine û îlhameke mezin stendine. Her wiha anîn ziman ku Abdullah Ocalan ne tenê ji bo jinên Kurd ji bo hemû jinên li cîhanê rêberekî mezin e û xwestin demildest azad bibe.