Di Nobetên Edaletê de peyama bidawîkirina tecrîdê hat dayin 2023-12-28 16:23:18     AMED/MÊRSÎN - Di çalakiyên Nobeta Edaletê yên li gelek bajaran didomin de hat xwestin ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan demildest bê rakirin û hat gotin tecrîd sûcê mirovahiyê ye.    Nobetên Edaletê yên di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” de li Amed û Mêrsînê hatine destpêkirin bi serdanên piştevaniyê didomin.    Amed   Nobeta Edaletê ya Amedê ku bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), li avahiya rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Rezanê hatiye destpêkirin, di roja 25’emîn de bi serdanên piştevaniyê berdewam kir. Rêveberên MED TUHAD-FED’ê, DEM Partiyê û dayika Cîhan Gokalp ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Erziromê tê ragirtin, Bîrgul Gokalp tev li bû.    Çalakvanan li eywana ku pankartên “Ji bo avakirina jiyaneke azad em tecrîdê bişikînin û deng bidin zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiyeke civakî em ji zindanan re bibin deng” hate daliqandin” pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin.    Di dema çalakî berdewam dikir de Cîhan Gokalp bi telefonê li dayika xwe geriya. Cîhan ê anî ziman ku ji bo rakirina tecrîdê çalakiyê dikin, banga hestiyariyê li herkesê kir û wiha got: “Divê herkes li dora vê çalakiyê bibe xelek. Divê gelê me di rêya birêz Ocalan de bimeşe. Divê gelê kurd xwe nas bike. Cihê çareseriyê diyar e.”   Dayika girtî Cîhan jî wiha got: “Heta ku tecrîd neyê rakirin û zextên li girtîgehan bi dawî nebin dê çalakiya me berdewam bike.”   Çalakî tevahiya rojê bi klamên malbatan gotin û berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berdewam kir.    Mêrsîn   Nobeta Edaletê ya li Mêrsînê li avahiya TUAY-DER’a Çûkûrovayê hatiye destpêkirin jî di serî de Meclisa Dayikên Aştiyê bi tevlibûna gel di roja 25’an de berdewam kir. Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Şemsa Acar a di nobetê de cih girt wiha axivî: “Armanca me ya ewil a rûniştina me ya li vir Serokê me ye. Heta ku Serok û girtiyên me li wir bin em jî dê li vir vin. Heta ku em bêhnê bistînin em ê piştgiriya wan bikin. Em ê ser bikevin.”