Ji Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê peyama 'Bila tecrîd bê bidawîkirin' 2023-12-28 16:21:17     ÎZMÎR - Çalakiya "Nobeda Edaletê" ya li Îzmîrê bi dirûşma "Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” hatî destpêkirin di roja 2'yemîn de berdewam dike.    34 meh in tu gahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Abdullah Ocalan di 10'ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" kampanya hat destpêkirin. Dû re di 27'ê Mijdarê de jî li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê bi heman armancê grevên birçîbûnê hatin destpêkirin.    Ji bo piştevaniya girtîgeh û kampanyayê li 6 navendan çalakiya "Nobeda Edaletê" bi dirûşma  “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” hatin destpêkirin. Li Îzmîrê bi heman armancê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya EGE'yê (EGE TUHAY-DER) li Nûnertiya Herêma Egeyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) "Nobeda Edaletê" hat destpêkirin. Nobet 2 roj in didome.    Li cihê nobetê afişên wekî "Ji bo edeletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî em ê bibin dengê zindanan" û "Li dijî tecrîdê berxwedan" hatin daliqandin. Îro Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anadolûyê (ANYAKAY-DER), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), nûnerên saziyê sivîl û gelek kes serdana çalakiyê kir.    Dayika Denîz Poyraz Fehîme Poyraz di çalakiyê de wiha axivî: "Ev nobet li dijî tecrîdê hatiye destpêkirin, ji bo piştevaniya grevên birçîbûnê hatiye destpêkirin. Birêz Ocalan 3 sal in bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê nake. Em daxwaza bi dawî kirina tecrîdê dikin."   Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Îzmîrê bi serdanan didome.