Nobeda Edaletê di roja 24'an de ye: Em têkoşînê mezin bikin 2023-12-28 15:11:50     WAN - Li Wanê ku Nobeda Edaletê di roja 24'an de dewam dike banga, "Li herderê têkoşînê mezin bikin" hat kirin.   Li Wanê di Nobeda Edaletê ku di çarçoveya kampanya " Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" hat destpêkirin di roja 24'an de dewam dike. Nobeda ku  bi pêşengiya malbatên girtiyan û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran (TUHAY DER) li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hat destpêkirin, Partiya Demokratîk a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM PARTÎ) , Rêxistina DEM PARTÎ'yê ya Qelqelî, Komeleya Lêkolîna Ziman, Çandê û Hunerê (ARSÎSA), Komeleya Lêkolîna Koçberiyê ya Serhedê (Serhat  GOÇ -DER) û şêniyên taxa Hafiziye yên Navçeya Rêya Armûşê  serdana wê kirin.     'Divê li her derê têkoşîn bê mezinkirin'   Di serdanê de Hevserokê DEM PARTÎ'yê yê navçeya Qelqeliyê Burhan Atmaca axivî û got ku ew tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gitiyên siyasî qebûl nakin. Burhan banga xwedîderketina li çalakiyên Nobedên Edaletê li gelê Kurd kir û got, "Em naxwazin ku hevalên me li girtîgehan di bin tecrîd û zextan de ji tendirustiya xwe bibin. Divê ev çalakî roj bi roj mezintir bibe. Êdî kurd polîtîkayên zilmê nema qebûl dikin."   Piştî axaftinan kesên çûn serdanê û çalakvanan dirûşmên, "Bijî berxwedana zindan" berz kirin û bi çepikan çalakiya xwe dewam kirin.