Li Eyn Îsayê êrîş: Zarokek birîndar bû 2023-12-28 13:16:48     NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrîşa dewleta Tirk a li ser Eyn Îsayê de, zaroka 16 salî birîndar bû.   Di bombebarana dewleta Tirk  a li ser Eyn Îsayê de, zaroka 16 salî ya bi navê Xilûd El Mistefa ji piyê xwe birîndar bû.   Xilûd El Mistefa li Nexweşxaneya Reqayê tê tedawîkirin. Hat diyarkirin ku 3 tendonên lingê wê qut bûne.