Tulay Hatîmogullari: Desthilatdarî çareseriyê naxwaze 2023-12-28 09:06:42     ENQERE - Hevseroka giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari sernavên di 2023’an de derketine pêş nirxandin û got li dijî êrîşên li hember partiya wan her diçin mezin dibin, lê ew riya xwe de berdewam dikin. Tulayê got: “Ev desthilatdarî çareseriya pirsgirêka Kurd naxwaze. Li Rojava plan û projeyên wan yên cuda hene. Li şûna çareseriya demokratîk li hember Kurdan plana têkbirinê didomînin.”   Tirkiye salek din bi şer, xizanî û krîzan li pey xwe dihêle. Tevî hemû êrîşan bi pêşengiya jinan berxwedanek mezin pêş ket. Jinan li her qadan têkoşîn bilind kir û bi biryarin ku vê di 2024’an de bidomînin.   Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari der barê 2023’an de ji ajansa me re nirxandin kir.   *Civak di bin siya şer de ket 2023’an. Niha dîsa di bin siya şer de dikevin sala nû. Jin îsal li kolanan bûn. Hûn vê salê di alî jinan de çawa dinirxînin, di rojeva jinan de çi heye?   2023 di alî jinan de neyînî derbas bû. zex, krîz û mafên jinan. Ligel vê 2023 sala berxwedanê bû. Di 2023’an de AKP’ê li dijî mafê jinan zêdetir gav avêt. Piştî hilbijartinên meha Gulanê AKP’ê dest pê kir. vê desthilatdariyê Peymana Stenbolê fesh kiribû. Niha qaûna 6284 anî rojevê, mafê nefeqeyê da nîqaşkirin. Ev hemû mafê ku jinan bi dest xistine.  AKP’ê ev da ber nîqaşkirinê.Erdogan di 25’ê Mijdarê de daxuyaniyek da û got vekişîna ji Peymana Stenbolê pirsgirêkên mezin nafirîne.Ergoan dîsa li ser 6284’an sekini. Encama têkoşîna jinan de me dît ku jin ketine pozisyona parastinê. 2023 mixabin di bin siya şer de derbas bû. Hîna şer didome. Dagirkirina Israîlê ya Fîlîstînê didome.  Bedena jinan diş re de hat teşhîrkirin. Ev tiştekî ku nayê qebûlkirinê ye. Jinan li her derê cîhanê aştî qêriya.   Yek ji têkoşîna jin jî ya ekolojiyê bû. li Akbelenê bi pêşengiya jinan berxwedan hat nîşandan. Li herêma erdhejê têkoşîna jinan mezin bû. Jinên erdhejzede peyamên xurt li dijî koçberkirinê dan û gotin ew axa xwe terk nakin. Li Akbelen li Dîkmece ya Hatayê jin di berxwedanê de bûn. Li girtîgehan şertên girtiyan pir xerabin û der barê vê de têkoşîna m hebû. Tecrîda Îmraliyê didome û li dijî vêtêkoşînek mezin hebûn.  Grevên birçîbûnê detspêkirin. Em sala 2023’an bi grevan digirin. Di 2024’an de baweriya me heye ku wê pêşengiya jinan berxwedan zêde bibe. Wê berxwedana li dijî binpêkirina kedê, beden, nan, nasname, aştî, edeletê bilind bibe.   *Em fêrbûn ku ji Weqfa Hîranur ya girêdayê cemaeta Îsmaîlaga zarokek 6 salî bi salan destdirêjiya sistematik lê hatiye kirin. Hûn zêdebûna îstîsmara li weqf û cemaetan çawa dinirxînin?   Ji 2022’an tarîkat pêş ketin. AKP’ê derfetên aborî danê. Niha li malên tarîkatan em pê dihesin ku gelek zarok întîxar dikin. destdirêjî li zarokên kur û keç tên kirin. Ev ne tesaduf in. Ev nêzîkatiya li hember jin û zarokan nîşan dide. Feraseta serdest ya mêr li cihên wisa pêş dixinin. Ji bo tarîkatan ragîhandina pere sûce. Lê desthilatdarî vî sûcî dike û bi daxwaz dike. Di bin navê weqfên cuda de vê pêş dixînin.Em di bernameya xwe ya partiyê de vê bi taybet tînin ziman. Em îstîsmarkirina bedena zarokan şermezar dikin û vê qebûl nakin.   *Piştî serê salê erdhej pêk hat. Hîna pirsgirêkên cidî li herêmê hene. Dî rojên dawî de erdhej pêk tên.Pispor hişyariyên cidî dikin. Hûn di vê mijarê de dixwazin çi bêjin?   Desthilatdariyê erdhej wek rant dît. Ew jiyana li wir wêran bû normal dîtin û gotin Xweda daye me. Desthilatarî roja ewil a erdhejê tunebû hîna jî tune ye. Welatiyên herêma erdhejê hîna ne xwedî agahî ne ku pêşeroja wan wê çawa be.Hîna ji bo xaniyên bên çêkirin tiştke tune ye. Em 23’ê Mijdarê çûn herêma erdhejê. Me hevdîtin kirin. Hîna pirsgirêkên mezin hene. Kon parçe bûne, mirov birçîbûne, ji ber baranê kon û konteynir di bin avê de dimînin.Nizanin ku wê avahî bên çêkirin an na. Tu agahiya wan tune. Di bin navê karasetê de qanûn hat derxistin û di vê qanûnê de 207 hektar qad wek qada rezerve îlan kirin. Desthilatdariyê got ev qada rezerve ye û cemaerî kir û pêşkêşî alîgrên xwe kir. Li Samandag sûka navendê hat rezervekirin. Welatî der barê tiştekî de ne xwedî agahîne. Jinên bêhêvî û bêçaretiyê dijîn tevî her tiştî jiyana xwe didomînin. Jin peyama ‘em ê bajarê xwe ava bikin’ bi awayekî xurt didin.   *Îsal di heman demê de hilbijartin Pêk hat. her çiqas serokomarê AKP’î Edogan bi ser keve jî xizaniya welat didome. Li partiya we doz hat vekirin. Piştre navê partiyê hat guhertin. Hûn niha bi DEM partî didomînin. Hûn dixwazin der barê êrîşên li hember partiya we çi bêjin?   Em bi têkoşînê riya xwe didomînin. doz li HDP’ê hat vekirin. Me bi Partiya Çep a Kesk berdeawm kir. Me kongre pêk anîn nav guhert. Me bi HEDEP’ê berdewam kir. Daxwaza darazê ya guhertina nav jî di esasê de bi armanca şikandinek nav civakê de bê afirandinê ye. Lê civak şikestinê najî. Civak li dijî polîtîkayên zextê xwedî hişmendiye. Her ku wan êrîş kir em ji nûve gûr bûn. Em mezin bûn û me di riya xwe de berdewam kir. Niha navê me DEM Partiye. Têkoşîna me gihiştiye. Di her êrîşê de em hîn bêtir mezin dibin û riy axwe de didomin. DEM Partî Jî yek ji van çîrokên me hen. Em ê çîroka xwe  ji nûve bi DEM Partî binivîsin. Navê me niha DEM Partiye, pêşerojê de navekî din be jî tu tiştekî naguhere. Ne realite ne jî dîroka têkoşînê wê neguhere.    *Yek ji rojevên sereke tecrîda li ser Rêbreê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Tevî hemû daxuyanî û serlêdanan encamek nehat girtin. Armanca girankirina tecrîdê li gorî we çi ye?   Armanca tecrîdê xespkirina îradeya Kurdan e. Her kes dizane Birêz Ocalan ji bo gelê Kurd çi îfade dike. Birêz ocalan bixive an jî rêya diyalogê vebe her kes dizane ku wê riya aştiyê vebe. Ji tecrubeyên berê ev tê zanîn. Me hemû gelan ev dît ku dema deriyên Îmraliyê vebû çawa riya aştiyê vedibe. Lê desthilatdarî çareseriya pirsgirêka Kurd naxwaze. Li Rojav plan û projeyên wan yên cuda hene. Li şûna çareseriya demokratîk li hember Kurdan plana têkbirinê didomînin. Tecrîd jî parçeyek plana têkbirinê ye. Tecrîda li ser Birêz Ocalan rabe derfetên pêvajoya diyalogê zêde ye.  Ji bo tecrîd bê şikandin xebatên xwe em didomînin.    *Em bi grevên birçîbûnê bidomînin. Li girtîgehan girtiyan li dijî binpêkirina mafan dest bi greva birçîbûnê kirin.  Ev grev wek rexneyeke ji bo derve tê nirxandin. Hûn çi dibêjin?    Xwezî hêzên demokrasiyê yên derve bi hev re tecrîd bişikanda û pirsgirêka Kurd çareser bikira. Hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê dikaribûn bihata gel hev, ev di çend aliyan de pêwiste. Niha li welat ji demokrastiyê tu tiştekî biçûk tuneye. Qeyûm tayînê şaredariyan kirine û îradeya gelê Kurd ji dest girtine. Herî dawî qeyûm tayînê TTB’ê kirine. Kê ne ecibînin terbiye dikin. Dema AKP’ê de bi dehezaran mirov ji kar hatin avêtin. Peywira me ye ku em tifaqa demokrasiyê li dijî faşîzmê bihûnin.Me gelo ev baş kir? na me nekir. Divê xwerexnedayîn hebe. Divê em xwe rexnedayîna xwe bidin. Me ev biser bixista wê grevên birçîbûnê pêk nehatiba.L igirtîgeha rêgaza herî dawî ya girtî serî lê didin e. Ji bo şertên girtîgehan baş bibin girtî serî lê didin. Greva girtiyan mezin û wtedare. Hêviya me eve ku ligel DEM Partî hêzên demokrasiyê yên Tiriyeyê mafê jiyanê biparêzin û têkoşînê bilind bikin. Peywira me eve ku hîn aku tablo giran nebûye em jig revan re bibin deng. Ez bang li hemû hêzên demokrasiyê dikim. Em tarîtiyê veguherin ronahiyê.   *Li Meclîsê we her tim navnîşana çareseriyê nîşan da. Bangên we yên ji bo çareseriyê nehatin bihistin. Li meclîsê silava bi Kurdî bertekan dibîne. Hûn di vê mijarê de çi dibêjin?   Çareserî parlamento ye. Her derfetê de em ê parlamentoyê nîşan bidin. Me ji bo pirsgirêka Kurd li parlamentoyê komek xebatê ava kir. Me her tim got em ê her tim jî bêjin. Li hember zimanan dijminahî li her derê heye. Îro ji ber silavdayîna Kurdî her kes dibîne em rastî heqeretan tên. Hemû rayagiştî vê dibînE. Dema silavdayînek Kurdî dibe heqeret tên kirin, nîjadperestî gûr dibe. Me li parlamentoyê jî got li derve jî got; welat ji ber pirzimanî û pir olî parçe nabe. Zimanê dayikê maf e û em ê zimanê xwe li her derê bi kar bînin.   *Butçeyên 2024’an didomin. Ev butçe ji meclîsê derbas dibe.  Partiya we her tim got ev ne butçeya gel e butçeya şer e. Çima butçeya şer e?   Tişta em jê re dibêjin bütçeye di esasê de tercîhek polîtîk e. Hun bixwazin welat çawa bi rêve bibin, butçe berhema tercîhên polîtîk a plansaziya salekê ye.Dema em li vê butçeyê dinêrin; rant heye, talankirin heye û bankayên cemawerî hatine wêrankirin. Ji bo nexweşxaneyên bajar, riyan dewlet ji butçeya xwe dide û bi kirê dide alîgirên xwe. Ji kê re pere tuneye, ji jinan re ji bo têkoşîna li dijî tundiyê ji bo ciwanan, kedkaran karkeran butçe tuneye. Ev pere ji kê re tê xerckirin? Me wek DEM Partî ev pirsî. Lê me bersiv negirt.   *Em bi maratona hilbijartinê dikevin sala nû. Hun li bajarên rojava wê kîjan rê bişopînin? Wê tifaqek mijara gotinê be?   Li her çar alî Tirkiyeyê em ê bi stratejiya lihevkirina bajar riya xwe bidomînin. Di lihevkirina bajar de, ev stratejiyeke ku hemû hêzên demokrasiyê, hemû rêxistinan û rêxistinên civakî dihewîne ye. Ger ku bajarek bê birêvebirin em ê di stratejiyeke wisa de bin. Em bi birarin ku şaredariyên xwe ji qeyûman bigirin. Ne tenê şûnde girtin em di mijara astengkirina qeyûman de bi biryarin. Hem li Kurdistan hem li bajarên rojava serlêdanên namzetiyê didomin. di serî de jin û ciwan divê her kes serlêdanê bikin.   *Hûn ji bo sala nû çi dibêjin, di esasa geşedanan de nêrîna we çiye, çi li bendê civakê ye? Hûn ê  çi bikin?   Wateyek dîrokî ya 2024’an heye. Sala ewil ya duyemîn sedsala komarê ye. Me got ev sed sale komar demokratîk nebûye, pirsgirêkên gel çareser nebûne, di mijara mafê mirovan, mafê jinan de gav nehatiye avêtin. Hêviya me eve ku sala 2024’an bibe wesîleya  di alî hemû baerî û gelan de erênî derbas bibe. Hêviya me ev e ku ji bo demokratîkbûna komarê gavek girîng be. Bila sala nû ya welatiyên me pîroz be.