Di 24 saetan de 22 navend hatin bombebarankirin 2023-12-26 10:38:54     NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta Tirk di 24 saetên dawî de li Qamişlo, Amudê û Kobanê 22 navendên xizmetê ku di nava wan de nexweşxane jî hene bombebaran kirin. Di êrişan de 8 kesî jiyana xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn.    Artêşa Tirk duh ji saetên serê sibehê heta saetên destpêkê yên îro navendên xizmetê yên li Qamişlo, Amudê û Kobanê bombebaran kirin.    Li gorî şopandina nûçegihanên Ajansa ANHA'yê di bomberanên ku piranî li ser Qamişlo pêk hatin de, 8 welatî jiyana xwe ji dest dan d bûn, 13 welatî jî birîndar bûn. Her wiha ziyanek mezin a madî pêk hat.   Bîlançoya êrişên ku pêk hatî wiha ne:     * Derdora saet 08:00’an li bajarê Kobanî garajek seyareyan   * Li Kobanê heman saetê de navendek şîrketekê hat bombebarankirin.   * Stasyona trênê li bajarê Qamişlo hat bombebarankirin.   * Navendek pîşesaziyê ya li taxa Alaya ya bajarê Qamişlo hat bombebarankirin. Di bombebaranê de welatiyek jiyana xwe ji desd da.   * Li Qamişlo navendeke avakirinê ya li ser rêya harwirdorê ya bakurê bajêr hat bomebarankirin.   * Çapxaneya Simav a li ser rêya hawirdorê ya Qamişlo hat bombebarankirin. Di êrişê de 4 karmendên navendê jiyana xwe ji dest dan   * Kargeha Êman a Cizîrê ya li Qamişlo hat bombebarankirin. Di êrişê de welatiyek jiyana xwe ji dest da.   * Navenda Dirûnkariyê (Terzîxane) ya li taxa Meyslûn a bajarê Qamişlo hat bombebarankirin.   * Li navçeya Amûdê kargeha zeytûnan a Rohilat hat bombebarankirin.   * Li Amûdê fabrîqeya nîskan hat bombebarankirin.   * Li Amûdê Salona Dawetê ya Karam hat bombebarankirin.   * Navenda Kobanê hat bombebarankirin   * Nexweşxaneya Meştenûr a li navenda bajar hat bombebarankirin.   * Kargeh û embarek pembo ya li gundê Um El-Fursan ên rojhilatê bajarê Qamişlo hatin bombebarankirin. Di bomberanan de 2 welatî jiyana xwe ji dest dan.   * Gundê Şorkê yên li rojhilatê Qamişlo hat bombebarankirin.   * Navenda avakirinê ya li taxa Enteriye ya bajarê Qamişlo hat bombebarankirin.   * Benzînxaneya Botan (Navê berê El-Felahîn) hat bombebarankirin.   * Deverek li nêzî navenda diyalîzê ya Qamişlo hat bombebarankirin.   * Tekane navenda oksîjenê ya li Qamişlo hat bombebarankirin.   * Xaniyên li taxên rojavayê Kobanê hatin bombebarankirin.   * Derdora daristana Kobanê hat bombebarankirin.   * Li Kobanê li ser rêya Helebê çewlikek mirîşkan hat bombebarankirin.   Cihên navborî tenê carekê nehatine bombebarankirin. Hinek navend 2 caran, hinek 3 caran hinek 5 caran, hinek jî 6 caran hatine bombebarankirin. Êrişa herî zêde li ser nexweşxaneya Meştenûr pêk hat. 6 caran nexweşxane bombebaran kir.