Rêveberiya nû ya DEM Parti ya Enqereyê diyar bû 2023-12-24 17:39:58   ENQERE - Ji bo hevserokatiya DEM Partî ya Enqereyê Tatligul Gul û Fatîh Kanat hatin hilbijartin.   Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (DEM Partî) ya Enqereyê duyemîn Kongreya xwe pêk anî. Di kongreya ku bi şîara ‘ji bo azadiyê ji nûve’ pêk hat de rêveberiya nû diyar bû. Ji bo hevserokatiyê Tatligul Gul û Fatîh Kanat hatin hilbijartin.