Rêveberiya Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê diyar bû 2023-12-24 14:52:34   AMED - Rêveberiya nû ya Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ku Kongreya xwe ya Asayî ya 1’emîn li dar xist, diyar bû.   Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûşma “Vejînek Ciwan” li  Amedê Kongreya xwe ya Asayî ya 1’emîn lidar xist.   Piştî axaftinan û xwendina raporan, bi yek lîsteyê ketin hilbijartinê. Kesên ku di rêveberiya nû de cih digirin, ev in: “Senem Êrîş, Lîvan Orman, Edanûr Îbrahîmoglû, Elîf Înan, Mehmet Halîs Saykan, Ogûzhan Ozbay, Hêlîn Koçak û Ozcan Teker.”   Hevberdevkên Meclîsa Ciwanan jî wê piştre ji raya giştî re bên ragihandin.   Kongre bi derketina hunermendan a ser dikê, bi dawî bû. Di kongreyê de bê navber dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin.