Greva birçîbûnê li girtîgehan di roja 28'an de ye 2023-12-24 09:07:38   NAVENDA NÛÇEYAN -Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên li girtîgehan bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dabûn destpêkirin di roja 28'an de berdewam dike.   Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de ye û çareseriya pirsgirêka Kurd li girtîgehan hatiye destpêkirin, di roja 28'an de ye.   Girtiyên beşdarî pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” ku di meha sêyemîn de ye bûn, ji 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kirine.