Li Edene û Mêrsînê Nobeta Edaletê didome 2023-12-23 16:08:06     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Edene û Mêrsînê çalakiya Nobeta Edaletê ya ku di çarçoveya pêngava 10'ê Cotmehê de hatî destpêkirin bi serdanan berdewam dike.    Di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê kirin. Dû re jî xizmên girtiyan bi heman daxwazê li Mêrsîn û Edenê bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bi dawî bikin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” dest bi Nobeta Edaletê kirin.    Mêrsîn   Nobeda Edaletê ya li avahiya komeleya TUAY-DER a Çûkûrovayê di roja 20'an de ye. Çalakiya îro jî bi serdanan berdewam kir û di çalakiyê de dirûşma "Jin jiyan azadî" û "Bijî berxwedana zindanan" hat berzkirin.    Edene   Nobeda Edaletê ya li avahiya Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER) berdewam dike. Îro jî kesên ku hatin serdanê peyama piştevaniyê dan û banga mezinkirina çalakiyê kirin.