'Dê ji bo Birêz Abdullah Ocalan Nobeta Edaletê bidomînin' 2023-12-23 15:59:18     STENBOL - Nobeda Edaletê ya bi pêşengiya MATUHAYDER'ê hatî destpêkirin di roja 11'emîn de didome. Malbatên girtiyan di çalakiya îro de wiha gotin: "Em ê ji bo Birêz Abdullah Ocalan û girtiyên xwe nobeda xwe bidomînin"    Di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin hatiye destpêkirin, di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin. Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de li Amed, Wan, Edene, Mêrsîn, Edenê û Stenbolê dest bi Nobeda Edealetê kirin.     Li Stenbolê bi peşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan a Marmarayê(MATUHAYDER) de li avahiya Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partî) a Bagcilara Stenbolê çalakiya Nobeda Edaletê hat destpêkirin. Çalakî di roja 11'emîn de berdewam dike.    Li cihê çalakiyê pankarta bi dirûşmên “Ji dayikên lehengan re hezar silav û  "Em ê bi hêza xwe tecridê bişkînin û jiyana azad ava bikin", "Ji bo avakirina jiyana azad em ê tecrîdê bi dawî bikin" hat daliqandin. Îro Dayikên Nobeda Edaletê, hevserokên  MATUHAYDER'ê û endamên ANYAKAY-DER û DEM Partî ya Rêxistina Şîşliyê, parêzvanên mafên mirovan û siyasetmedar serdana çalakiyê kirin. Di çalakiyê de pêşmalkên bi ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê yê" hatî nivîsin hatin lixwekirin.    Di çalakiya îro de Cemîle Koçer axivî û diyar kir ku divê Gelê Kurd xwedî li Abdullah Ocalan û girtiyan derkeve û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê êdî kurd yek car rabin. Pêwiste ku bê zanîn em ê ji bo Birêz Ocalan û zarokên xwe nobeda xwe bidomînin. Heda daxwazên me bên cih em ê li vir bin û em ê ji çalakiyê encamê bigirin."