Ji Nobeta Edaletê bang: Em daxwazan belav bikin 2023-12-23 15:45:37     WAN - Nobeta Edaletê ya li Wanê ya ji bo piştevaniya grevên birçîbûnê hat destpêkirin bi banga "em daxwazên çarseriya meseleya kurd a siyasî" li her derê belav bikin didome.    Nobeta Edaletê ya li Wanê ya ji bo piştgiriya pêngava "Ji bo Abdullah Ocalan azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" û ji bo piştevaniya çalakiyên grevên birçîbûnê yên li zindanan dest pê kir di roja 19'an de dewam dike. Rêveberiya DEM Partiyê ya li Rêya Armûşê, rêveberiya navçeya Artemêtan, DBP'ê serdana çalakiya Nobeta Edaletê kir. Di çalakiyê de dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" hat berzkirin.    'Em ê paşde gav neavêjin'   Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê û Dengbêj Sîsê Şaybak, çalakiya grevên birçîbûnê silav kir û wiha got:"Li vir ji bo daxwazên girtiyan me dest bi çalakiyê kir. Em bi hêviya azadkirina axa Kurdistanê li vir in. Girtî û têkoşîna wan ne bi tenê ye. Em di rêya têkoşîna wan de bin. Em ê paşde gav neavêjin."   'Em li taxan belav bikin'   Rêvebera DBP'ê Hazim Harmanci bal kişand ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên di girtîgehan de û wiha got:"Ger em têkoşîneke bi hêz derxin pêş em ê bikaribin tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rakin. Ji bo her kes azad bibe em ê li berxwe bidin. Em vê têkoşînê li kuçeyan belav bikin."   Kesên tevlî çalakiya nobetê bûn dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan”  û "Bijî Serok Apo" berz kirin.