Berxwedêra greva birçîbûnê Suheyla: Piştevaniya çalakiyê bikin 2023-12-23 14:42:01     MÊRDÎN - Suheyla Taş a li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê dest bi greva birçîbûnê kir, bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û got: “Rêberê me di şert û mercên herî giran de tê ragirtin. Ji bo bidawîkirina tecrîda mutleq ev 10 roj in ez di greva birçîbûnê de me. Ez dixwazim gelê me piştgiriyê bide vê çalakiyê û ez banga hestiyariyê dikim."   33 meh jortir e agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Hemû serlêdanên hevdîtinê yên parêzeran bi hinceta “disîplînê” hatin redkirin, girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî tecrîdê û ji bo tevlîbûna pêngava “Azadî ji Abdullah Ocalan re, pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" di 27’ê Mijdarê de dest bi grevên birçîbûnê kirin. Grevên birçîbûnê 27 roj in berdewam dike.    Suheyla Taş a li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê tê girtin, bi telefonê malbata xwe re axivî û peyamek ji raya giştî re şand û diyar kir ku dest bi greva birçîbûnê ya 10 rojan kiriye.   Peyama Suheylayê wiha ye:    "Rêbertî di şert û mercên herî dijwar ên cîhanê de tê girtin. Li hemberî vê Rêberê me wiha dibêje 'Ez dijîm û li ber xwe didim da ku lîstika li ser mirinê têk biçe." Îro ji bo bidawîkirina tecrîda mutleq min dest bi grevê kir a ku dê 10 rojan bidome. Ez bi yek daxwazê ??ketim vê grevê; ev jî ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêbertiyê ye. Di bin van şert û mercan de jî ji bo demokrasî û aştiya Tirkiyeyê projeyan diafirîne. Bi dawîkirina tecrîdê re dê aştî pêk bê. Ji ber vê yekê ez ji hemû gelê me dixwazim ku piştgiriyê bidin vê çalakiyê."   Suheyla Taş kî ye?    Suheyla Taş a ku di 1ê Çileya 2017'an de li Amedê hat girtin, di doza ku bi îdiaya "Endamtiya rêxistina terorê ye" dihat darizandin 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Bi hincetên din sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Bi tevahî cezayê bû 11 sal û 5 meh. Suheyla ku piştî hat girtin şandin Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê, 2 meh û nîv şûnde sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê hat kirin.   Suheyla ku hê jî li Sîncanê tê girtin, di 26’ê Kanûna 2018’an de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a ku di 27’ê Mijdara 2018’an de ji aliyê siyasetmedara Kurd Leyla Guven ve hatibû destpêkirin kir. 26’ê Gulana 2019’an li ser banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakî bi dawî bû. Bi strana “Çiyayê Sîpanê” ku di greva birçîbûnê de got û pêşkêşî hemû çalakgerên grevê kir, di nava raya giştî de deng veda.