Nobeda Edaletê di roja 20'î de ye 2023-12-23 14:11:35     AMED - Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan li Amedê dewam dikin di roja xwe ya 20'î de ye. Serdanên piştevaniya ji bo Nobedên Edaletê dewam dikin. Di çalakiya nobedê de peyama, "Nifteya aştiyê di destê Abdullah Ocalan de ye" hat dayin.    Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê, dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn. Çalakî, di roja 27'an de didome. Ji bo piştevaniya çalakiyên grevên birçîbûnê û pêngava "Ji bo Abdullah Ocalan azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" bi pêşengiya TUAY -DER'ê li Amedê Nobeda Edaletê dest pê kir. Nobetê di roja xwe ya 20'î de dewam kir. Di nobedê de pankarta "Em ji bo edaletê tecrîdê bişkînin û ji bo aştiya civakî ji zindanan re bibin deng" hat aliqandin. Çalakvanan berdilkên li ser nivîsa "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" hatibû nivîsandin li xwe kirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo","Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin. Tum Bel Sen îro çû serdana Nobedên Edaletê.    'Kes ne azad e'   Meryem Soylu ya Nobeda Edaletê digire wiha got:"Ev 20 roj in em li vir Nobeda Edaletê digirin. Em dixwazin girseya vê nobedê mezin bibe. Heta Rêberê Gelê Kurd azad bibe wê ev nobed dewam bike. Nifteya azadî û aştiyê di destên Abdullah Ocalan de ye. Em bang li her kesî dikin kî dibe bila bibe her kesên dibêjin em kurd in bila destên xwe têxin binê kevir. Gelê kurd ne azad e encax Abdullah Ocalan azad bibe wê hemû civak azad bibe. Em silavên xwe ji bo girtiyên ketine greva birçîbûnê dişînin."