Ji do heta îro rojnamegeriya kurdî: Xwebûn 4 salî ye 2023-12-23 09:07:35     AMED - Nûçegîhana Rojnameya Xwebûnê Medya Bal di 4'emîn salvegera Xwebûnê de axivî. Medyayê got:"Xwebûn wekî pirtûkxaneyeke kurdî di hafizaya me de cih digire. "   Têkoşîna Rojnameya Kurdistanê ya di 1898'an de hat çapkirin bi Xwebûnê re dewam dike. Tevî polîtîkayên zext, girtîn, kuştinê jî kevneşopiya çapemeniya gelê kurd dewam dike. Vê kevneşopiyê di warê zimanê dayikê de jî xwediyê roleke girîng e. Mîrateya rojnamegeriya kurdî ya li Kurdistanê di 1992'yan de dest pê kir bi Xwebûna di 23'yê Kanûna 2019'an de dest bi jiyana weşanê kir dewam dike.    Rojnameya Welat   Bi pêşengiya Apê Mûsa re li Stenbolê Rojnameya Welatê dest bi jiyana weşanê kir. Heftane derket pêşberî xwîner. Rojnameya deng da piştî du salan şûnde di 1994'an de ji aliyê dewletê ve hat girtin. Lê belê li dijî vê girtinê rojnamegerên kurd hewldanên xwe û weşana rojnameyan domandin.    Welatê Me   Di 1994'an de çapemeniya kurdî weşana xwe ya kurdî bi Welatê Me dewam kir. Di demeke kurt de li wê jî doz hat vekirin, mudurê karê nivîsê hat girtin û di 1995'an de rojname hat girtin û encax 46 hejmar derket.    Azadiya Welat   Rojnameya kurdî di 1996'an de bi Azadiya Welat dewam kir. Heta 2006'an bi vî navî nûçeyên kurdî ji gelê kurd ragihand. Azadiya Welat di kevneşopiya çapemeniya azad de bû rojnameya ku herî demdirêj hatiye weşandin. Ev rojname di 1996, 1997 û 2002'yan de sê caran hat girtin. Rojname di 2003'yan de hat Amedê û li vir jî ev kevneşopî bi dawî nebû. Ev valahî di 24'ê Adara 2007'an de bi Dengê Welat, Di 30'yê Mijdara 2008'an de bi Welat, di 16'ê Nîsana 2099'an de bi Rojev, di 6'ê Gulana 2009'an de bi Hawar, di 13'ê Mijdara 2009'an de bi Rojevê hat tijekirin. Di 31'ê Adara 2010'an de weşana Azadiya Welat hat sekinandin û bi Rojevê dewam kir.    Türkiye'de Kürtçe günlük yayın yapan ilk gazete olan Azadiya Welat, 26 Şubat 1994'ten 2006'ya kadar haftalık olarak yayınlandı, 15 Ağustos 2006'dan itibaren ise günlük olarak yayımlanmaya başladı. Gazete 29 Ekim 2016 tarihinde çıkarılan KHK ile kapatıldı.   e-rojname   Piştî di 2016'an de rojnameya Azadiya Welat hat girtin di 2016-2018'an de bi navê e-rojname tenê wekî dîjîtal derket. Rojname her roj hat nûkirin û wekî PDF'ê hat weşandin. Xwîneran PDF dadixistin û wekî rojname dixwendin.    Ji nû de Welat    Di 2018'an de xebatkaran biryareke nû girtin. Bi weşana onlineyê navê Welat hat bikaranîn.    Xwebûn derket   Têkoşîna rojnamegeriya kurdî ya ji sî salî zêdetir bi Xwebûnê dewam dike. Rojnameya Xwebûnê di 23'yê Kanûna 2019'an de dest bi weşanê kir. Xwebûn heta niha jî heftane tê çapkirin û digihêje ber destên xwîneran. Derbarê mijarê de em bi  nûçegîhana Rojnameya Xwebûnê Medya Bal re axivîn.    'Di destpêkê de êrişî ziman kirin'   Medyayê da zanîn ji Rojnameya Kurdistan heta rojnameyên dinê di hemû rojnameyan de maf û daxwazên kurdan hatine ziman û wiha got:"Em ji Rojnameya Kurdistanê bigirin heta rojnameyên din ne tenê ji ber bi kurdî bûn di heman demê de ji ber ên kurdan bûn hatin astengkirin. Bi taybet ji 1992'yan heta niha bi çapkirina rojnameya Welat rojnamegeriya kurdî ya çapemeniya azad dest pê kir. Ji ber bi rojnameyan xwedî li zimanê kurdî hat derketin bêtir hat astengkirin. Xwedîderketina li ziman xwedîderketina li hebûn û çandê ye. Dewlet ji ber naxwaze ziman, çanda me bê weşandin loma êriş dike. Çimkî di warê tunekirina ziman de bi ser bikeve wê di warê tunekirina kurdan jî bi ser bikeve."   'Dema ez dibêjim ez rojnamegerek kurd im ez bextewar dibim'   Medyayê da zanîn wê dema dest bi xebat li rojnameya kurdî kiriye nivîsandina wê jî pêş ketiye û wiha got:"Ji ber li ser zimanê kurdî zext hene loma jî ev yek bandorê li ser axaftin û nivîsandina mirovan jî dike. Di nava malbatê de jiyana min bi kurdî derbas bû. Em li ku bana em bi kurdî diaxivîn. Lê belê di warê nivîsandina bi kurdî em gelekî kêm mane. Weşana bi zimanê xwe, nivîsandin û îfadekirina bi zimanê xwe qadeke taybet e. Dema mirov xwe bi zimanê xwe diparêze ev yek hêzê dide mirov. Dema ez dibêjim ez rojnamegerek kurd im ez bextewar dibim. Lê belê dema ez dibêjim ez rojnamegerek kurd im û bi kurdî dinivîsim ez baştir xwe hîs dikim. Li dijî tunekirina zimanê xwe ez hebûna xwe bi zimanê xwe diqêrim. Loma xebat di Xwebûnê de ji bo me bi rûmet e."   'Xwebûn wekî pirtûkxaneyeke kurdî di hafizaya me de cih digire'   Medyayê da zanîn Xwebûn wekî pirtûkxaneyeke kurdî di hafizaya me de cih digire û wiha got:"Rojname hafizayekê ava dike. Dema em têkildarî mijarekê bi taybet têkildarî dîroka kurdan, çanda kurdan li ser googleyê lêkolînekê dikin berê rûpela Xwebûnê derdikeve."   'Bêtir jin kedê didin'    Medya, di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya xebatên ku hatî kirin û got: "Di çarçoveya xebatan de xebatên dijîtal jî yên wekî bernameyên aborî, çand, jin û dîrok jî pêk anîne. Bi wan xebat û bernameyan me xwest em nasnameya kurd derxi pêş. Di wan xebatan de keda jinê bêtir bû. Keda jinên nivîskar girîng bû. Rojnamegeriya jinên kurd zehmet e. Ligel zehmetî, binçavkirin, girtin, şîdet û heqeratê têkoşîna xwe berdewam kiriye û em jî li ser vê hêz û girêdanê têkoşîna xwe berdewam dikin. Li dijî tehdîtên li hemberî heqîqeta ku bi pênûsê derketî holê têkoşîna xwe bidomînin."   ‘Em ê xwedî li hebûna xwe derkevin'    Medya, da zanîn ku Rojnameya heftane ya bi kurdî Xwebûn, li dijî tarîtiya li hemberî çapemeniya kurd wek ronahiyek derket holê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê xwedî li Xwebûnê bê derketin. Xwebûn bi îdiayeke mezin derket holê. Xwebûn bi hebûna xwe tarîtî veguherand ronahiyê. Di nava 4 salan de Xwebûn bi mijarên xwe, nûçeyên xwe tarîtiya ku li hemberî çapemeniya kurd heyî ronî kir. Li gorî min Xwebûn di vê mijarê de serkeftî bû. Em niha derbasî saleke nû dibin. Xwebûn îro li Bakurê Kurdistanê weşanê dike lê nûçeyên her çar parçeyên Kurdistanê digire dest. Em ê xwedî li nasname, hebûn û dîroka xwe derkevin."