Xecê Şen a TJA'yî: Jinan got, 'Em jî hene' 2023-12-23 09:06:22     AMED - Xecê Şen a TJA'yî der barê kampanyaya ku TJA'yê bi dirûşma "Bi jin jiyan azadî ber bi azadiyê ve" daye destpêkirin de, got ku bi kampanyayê re jinên tundî li wan dihat kirin dikaribûn gotin, "Em jî hene."   Xebatên Tevgera Jinên Azad (TJA) ku di çarçoveya kampanyaya bi dirûşma “Bi jin jiyan azadî ber bi azadiyê ve” ku di 15’ê Îlonê de hatibû deklerekirin û di 20’ê Îlonê de starta wê hatibû dayîn ku  wê di 8’ê Adarê de bi dawî bibe, dewam dikin. TJA ku di qonaxa yekemîn a kampanyaya xwe de li ser gelek mijarên wekî tecrîd, polîtîkayên şerê taybet, têkoşîna zayendî û şîdetê atolye û perwerde li dar xist, wê beriya hilbijartinên herêmî bi rêxistinkirin û xebatan pêngava duyemîn a kampanyayê dewam bike.    Aktîvîsta TJA'yê Xecê Şen pêvajoya kampanyayê nirxand û diyar kir ku saziyên jinan ji bo jinan çavkaniya cesaretê ne.   'Tecrîd li ser her beşa civakê bandora xwe dike'   Xecê bal kişand ser sedemên deklerekirina kampanyayê li Rihayê, behsa naveroka kampanyayê kir û destnîşan kir ku yek ji armanca sereke ya kampanyayê bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Xecê got, “Sedema ku kampanya li Rihayê hatiye deklerekirin ew e ku Riha xwedî dîrok û erdnîgariyeke gelekî kevnar e. Deklerasyon hem ji aliyê beşdarbûnê ve hem jî ji aliyê naveroka xwe ve dewlemend bû. Kampanya ji 11 xalan pêk dihat. Yek ji van xalan jî tecrîd bû. Tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji her alî ve bandora neyînî li civakê dike. Şikandina tecrîdê yek ji armancên sereke yên kampanya me bû. Di vê pêvajoyê de azadiya jinê û berxwedana li dijî polîtîkayên şerê taybet hat mezinkirin. Lêkolîn li ser 11 xalên ji hemû qadên jiyanê yên wekî ziman, çand, civak û tundiyê hatiye kirin."   'Armanc eşkerekirina polîtîkayên şerê taybet e'   Xecê, sedema dayîna starta kampanyayê li Şirnexê jî vegot û diyar kir ku  li Şirnexê xwestine balê bikişînin ser şerê taybet. Xecê ya ku mînakên polîtîkayên şerê taybet ê li Şirnexê tê meşandin da wiha got, “Hem polîtîkayên asîmîlasyon û fuhûşê yên bi rêya jinên ciwan tên meşandin û hem jî gelek polîtîkayên din ên tên meşandin, di çarçoveya şerê taybet de ne. Sakîne Kûltûr salan Seroka Ocaxên Osmaniyan a Şirnexê tundî lê kir û piştre bi awayekî hovane hat şewitandin. Bûyerên wiha li Şirnexê gelek qewimîn. Di heman demê de talankirina xwezaya Cûdî bê navber dewam kir, hem bi birîna daran hem jî bi şewitandina daran êrîşeke hovane hat kirin. Sedema dayîna startê li Şirnexê teşhîrkirina polîtîkayên şerê taybet û li hemberî vê yekê mezinkirina berxwedana jinê bi riya parastina xwezaya Kurdistanê bû."   'Ji xebatan encamên baş hatin girtin'   Xecê da zanîn ku wan li Kurdistan û Tirkiyeyê atolyeyên perwerdehiya xweser û têkel organîze kirine û got, “Xalên din ên kampanyayê di ser êrîşên hovane yên li ser aborî, ekolojî û çandê pêk tên re hatin meşandin. Piştî ku deklerasyon hate afirandin, bi felsefeya 'Jin jiyan azadî' perwerde û xweperwerdekirin, guhertina zihniyet û xwe nûkirinê bi awayekî komî hatin meşandin. Hema bêje li hemû bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê atolyeyên perwerdeyê hatin destpêkirin. Perwerde ji du qonaxan pêk dihat. Ya yekem ji van ew e ku jin ji xwe hez bikin, hişmendiya di warê zayendî de pêş xistin û di jiyana xwe de bi rêkûpêk prensîbên etîk û estetîk saz bikin. Qonaxa din jî bi awayê perwerdehiya têkel hat kirin. Li vir jî mijar ewbû  ku em çawa dikarin bi hev re civakek azad ava bikin û çawa zihniyeta heyî biguherin. Li ser mijarên wekî zayenda civakî û polîtîkayên şerê taybet perwerde hate dayîn. Ji van xebatan encamên baş hatin girtin. Qonaxa duyemîn a vê perwerdeyê gel bû, dê ji taxan heta gundan xwendin û perwerde bê dayîn û qonaxa duyemîn hîna berdewam e."   'Jinan wêribûn ku bibêjin 'Em jî hene'   Xecê anî ziman ku jinên şîdest li wan dihat kirin û bêdeng diman ji kampanyayê hêz girtin û wiha dewam kir: “Berxwedana me bi vê kampanyayê re sînordar nîne. Berxwedana me bi her awayî didome. Kampanya xwedî prensîbên taybet e. Ev polîtîkayên şerê taybet, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan, xwe rexnekirin û mezinkirina vê bû. Jinên ku tundî li wan dihat kirin û bêdeng diman ji vê kampanyayê hêz girtin û cesaret bi xwe re dîtin ku bibêjin 'Em jî hene'. Di van pêvajoyan de saziyên wekî Komeleya Jinan a Rosa hatin vekirin ku jin dikarin serî lê bidin. Jinên ku di qada hiqûqî de zehmetiyan dikişînin û parêzerê wan tune ne serî li saziyên wekî Komeleya Jinan a Rosa, Komeleya Jinan a STAR, Komeleya Mîmoza ya Mêrsînê, Komeleya Dema Jinan a Stenbolê ku hem ji aliyê civakî, hem psîkolojîk û hem jî ji aliyê hiqûqî ve destekê didin jinan e."   'Hevalên me ji TJA'yê hatin darizandin'   Xecê, anî ziman ku kampanya li welatên Ewropayê jî berfireh bûye, bal kişand ser krîmînalîzekirina TJA'yê û got, “Îro ji bo bidawîkirina tecrîdê li Kurdistan û Tirkiyeyê Nobeda Edaletê heye. Kampanyaya me hem li Kurdistanê hem li Tirkiye û hem jî li Ewropayê tê meşandin. Ya ku cara ekê ev kar kir jî TJA bû. Yek ji mijarên din jî îlegalîzekirin û krîmînalîzekirina TJA'yê bû. Gelek hevalên me jî di çarçoveya TJA'yê de hatin darizandin. Di heman demê de meşrûkirina TJA'yê û desteka ji bo hevalên me yên li dadgehan tên darizandin jî bi tevlîbûneke baş pêk hat. Kampanyayê di warê guhertin û veguhertinê de bandorek mezin li ser civakê kir.  Vê jî hêz da gelek xebatên ku hatin kirin."   Bang   Di dawiyê de Xecê da zanîn ku kampanyaya wan wê heta 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bidome û ev bang kir: “Em ê heta 8’ê Adarê bi mîtîng û meşan kampanyaya xwe berdewam bikin. Têkoşîna me wê bidome. Kampanya hem bi giştî hem jî li qada navneteweyî dest pê kir û kampanya 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî' dest pê kir. Bi vê wesîleyê em bang li gelê Kurd û hêzên demokratîk dikin ku tevlî van çalakiyan bibin û li dijî faşîzmê têbikoşin.”